‘Li dijî êrîşa zayendî divê li her qadê yekîne bê avakirin’
- 09:03 13 Gulan 2019
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Endama Tora Parastina Jinan Ozge Çingay Kabadayi destnîşan kir ku êrîşa zayendî ya li dijî zarokan di 10 salên dawî de zêde bûye û got divê li dijî vê êrîşê li her taxê yekîneyek bê avakirin.
Ji Tora Parastina Jinan Ozge Çingay Kabadayi der barê êrîşa zayendî ya li dijî zarokan de ku di salên dawî de bi awayekî sîstematîk zêde dibe de nirxandin kir.
Ozgeyê destnîşan kir ku dema mirov li daneyên îstîsmara zayendî ya 10 salên dawî dinêre, zêdebûneke cidî heye û ev jî ji polîtîkayên hikûmetê cudatir nikare bê destgirtin. Ozgeyê sedemên vê zêdebûnê wiha rêz kirin: “Destpêkirina pêvajoya avakirina pergala olî ku yek ji polîtîkayên dewletê ye, bûyerên îstîsmarê bi awayekî cidî zêde kirin. Temenê ‘daxwazê’ ya zarok hedef nîşanda, di bin temenê 18’yî de bi zor zewicandin û ev ji nedîtîve hatin êrîşa zayendî li hember zarokan zêde kiriye. Di salên dawî de sînorkirinên mafên demokratîk, polîtîkayên zayendî destê mêr xurt kiriye û ev jî dibe sedema êrîşên zayendî.”
‘Divê li taxan yekîne bê avakirin’
Ozgeyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî ku êrîşa zayendî tê ferqkirin jî hemû astên wê bi pirsgirêkên û gelek komên pîşeyî divê di mijara ku dema êrşa zayendî ferq dikin û divê çi bikin de perwerdehiyê bigirin û wiha pê de çû: “ Ji bo vê divê li her taxê yekîneyên li dijî bûyerên êrîşa zayendî bên avakirin. Beriya vê jî divê polîtîkayên dewletê biguherin. Divê hejmara Navendên Şopandina Zarokan (ÇÎM) bê zêdekirin û îfadeyên zarokan ligel psîkologan bên girtin. Divê piştgiriya psîkolojîk ji bo zarokan bê dayîn.”