Ayla Akat Ata: Polîs û Leşker ne muhatap çareseriyê ne

  • 18:11 12 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ya ku tevli çalakiya dayikên girtiyan bû wiha got: "Ne ev barîkatên ku li pêş me hatine danîn û ne jî polîs û Leşker ne muhatabê çareseriyê ne."
 
Dayikên ku ji bo balê bikişînin ser Greva birçîbûn hatin ber TUAY - DER'ê  daxuyanî dan. Li gel dayikên ku daxuyanî dan parlamenterê HDP'ê Musa Farîsogullari, Semra Guzel, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Atîvîsta TJA'yê  Ayla Akat Ata û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz jî tevli bûn. 
 
Axaftina destpêkê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ve hat kirin. Ayla bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û 186 roj e berdewam dike. 
 
'Xwzî em mecbûr nemana daxwazên xwe bi greva birçîbûnê bînin ziman'
 
Ayla Anî ziman ku di rojeva Tirkiyeyê de grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hen û wiha  berdewam kir: "Xwzî em mecbûr nemana daxwazên xwe bi greva birçîbûnê bînin ziman.  Makeqanûneke vî welatî heye lê dema mijra dibe çareserî ji holê tê rakirin. Li vî welatî her girtiyek mafê wî yê ragihandin û têkilîdanînê heye. Ev maf nikare ji girtiyan bê xespkirin. Divê ku demildest bi muhatabê çareseriyê Abdullah Ocalan re hevîdtin bê kirin."
 
'Ger rêvebir li gorî hiqûqê tevnegere hiqûq tune ye'
 
Ayla Diyar kir ku di sala 2006'an de gelan got "Abdullah Ocalan îradeya me ya siyasî ye" û wiha berdewam kir: "Di serî de ez û hemû hevalên xwe yên jin ên li vêderê bi nasnameya xwe ya dayikê dibêjin bila zarokên me nemirin em dibêjin bila cenazeyekî din ji girtîgehê dernekeve.Ne ev barîkatên ku li pêş me hatine danîn û ne jî polîs û Leşker ne muhatabê çareseriyê ne. Lê mixabên neçareseriyê ne."  
 
'Me mirin daye ber çavên xwe'
 
Yesure Tufan jî diyar kir ku ew roja dayikan pîroz nakin û wiha got: "Îro ji bo me roja reş e. Ez silavên xwe ji hemû dayikan re dişînim.  Em ê ji bo zarokên xwe heta dawî li ber xwe bidin." Xeylya Demîr jî got: "Em bang nakin ji ber ku ev 40 sal e em bang dikin. Me mirin daye ber çavên xwe. Di bedêla zarokên me birin bila em bimirin. Ger em di serî de li hember mirinê bibûna asteng  wê mirin pêk nehata."
 
Piştî aftinan ji dayikan Feleknas ji bo greva birçîbûnê û rojiya mirinê zimêr got, gelek dayik giriyan piştî zimêrê bi dirûşman çalakî hat bidawîkirin.