Dayikan li Stenbolê meşa bi qurnefîl li dar xist

  • 17:33 12 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbatên zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, carek din xwestin ber bi Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê ve bimeşin. Dayikan bi boneya Roja Dayikan ji bo zarokên xwe qûrnefîl kirin destên xwe û meşiyan.
 
Malbatên zarokên wan ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, carek din xwestin ber bi Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê ve bimeşin û çalakiya nobetê dewam bikin. Parlementerên HDP’ê Hasan Ozguneş, Sarûhan Olûç, Zuleyha Gulum û gelek welatiyan piştgirî dan malbatan. Malbatên li ber Otoyolû E-5 kom bûn, xwestin ji vê derê jî heta ber girtîgehê bimeşin. Polîsan li vê derê malbat rawestandin û bi hinceta çalakî qedexe ye, destûr nedan ku malbat bimeşin û ji malbatan xwestin belav bibin. Malbatan bal kişandin ser Roja Dayikan û gotin ew ê tenê qûrnefîlên di destên xwe de danîn ber girtîgehê. Lê polîsan destûr nedan dayikan. Malbat li ser vê yekê derbasî avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlerê bûn. 
 
'Dayik zarokên xwe dixwazin'
 
Li avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlerê daxuyanî ji bo çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka Bajarê Stenbolê Esengul Demîr, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di şert û mercên asayî de zarok ji bo Roja Dayikan pîroz bikin diçin gel dayîkên xwe. Lê îro dayik zarokên xwe dixwazin.”
 
Dûre Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, mafê axaftinê girt û wiha got: “Yên ku mirovahiyê azad bikin jinin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê di çend salên dawî pir zêde bûye. Ev tecrîd di heman demê de li ser gelê Kurd jî tê meşandin.” Ozguneş, berxwedana dayikan jî nirxand û wiha bilêv kir: “Dayik dê bi tîpên zêrîn cihên xwe di dîrokê de bigirin. Têkoşîna dayikan em ronî kirin. Bê gumena di vê têkoşînê de emê qezenc bikin. Cesareta me heye, baweriya me heye û emê qezenc bikin.” 
 
'Em piştgiriyê dixwazin'
 
Dayika Aştiyê Perîhan Akbûlût jî, diyar kri ku ji bo mijara grevên birçîbûnê divê hemû kes destên xwe danin ser wijdanê xwe û wiha axivî: “Em sê caran çûn ber deriyê Wezareta Dadê, lê ligel vê jî bi tu awayî hevdîtin bi me re nehat kirin. Bêguman dê rojekê edalet ji bo hemû kesan pêwîst be. Divê hemû kes piştgiriyê bidin me. Emîne Erdogan me dibînin. Ji ser axa me tê. Wetaya laçika spî baş dizane. Divê me fêm bike. Em dixwazin hemû kes ji bo dengê me dengê xwe derxînin. Îro mûxatab Ocalane. Emê qezenc bikin. Zarokên me dê qezenc bikin. Em aştiyek birûmet dixwazin. Ger Ocalan dibin tecrîdê debe, hemû kes dibin tecrîdê deye.”