Şêniyên Amûdê bi meşekê lêkirina dîwar li Efrînê şermezar kirin
- 17:05 12 Gulan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina dîwarê ku dewleta Tirkiyeyê li Efrînê çêkiriye, Şêniyên navçeya Amûdê meşek li dar xistin û lêkirna dîwar şermezar kirin.
Di pêşengtiya Kongreya Star de bi dirûşmra “Bi rihê sakîne û Avêstayan tekoşînê bilind bikin faşîzmê têk bibin”, gelê navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo, meşiya. Bi sedan mamoste û saziyên Rêveberiya Xweseriyar Demokeratîk û sivîl jî tevlî meşê bûn.
Meş ji qada Jina Azad ya navçeya Amûdê dest pê kir, di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê", "Ji dagirkeriyê re na", "Bijî berxwedana zindanan” hatin berze kirin. Her wiha alên Konrgeya Star û wêneyên rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hatin hilgirintin. Meş li çerxareya navçeyê veguherî mîtingê.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji aliyê Endama Kongreya Star Selwa Silêman ve daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar dikin, bêhtirî salek û sê mehan derbas bûye ku Efrîna pîroz ji aliyê Tirkiyê ve hate wêran kirin. Dewleta tirk bi vê jî nehat ser guhertineke demografîk jî di nava Efrînê de da çêkirin, îro jî dîwar di navbera Efrîn û Şehbayê de ava kiriye, da ku Efrîna rojavayê Kurdistanê bike parçeyekî xwe. Em wek kongreya Star û giştî welatiyên rojavayê Kurdistanê vê dagirkeriyê qebûl nakin û em ê her kêlî di nav çalakiyan de bin hetanî ku ew dîwar ji kokê ve rabe û Efrîn bi temamî rizgar bibe."
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.