Amed li dijî grevê bêdeng nema

  • 14:31 12 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Li navçeyên Peyas, Sûr, Yenîşehîrû Baglarê bi armanca piştevaniyê meş hatin lidarxistin û welatiyan jî bi çalakiya dengderxistinê piştgirî da meşvanan. 
 
Ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeyên Amedê, Peyas, Sûr, Yenîşehîr û Baglarê di pêşengiya jinan de meş hat  lidarxistin. Li li hember meşa ku bi dûrşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Leyla Guven rûmeta meye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin"  hat kirin welatî jî bêdeng neman û bi çalakiya deng derxistinê piştgirî dan.