'Divê jin heqîqet û rastiya xwe bi zimanê xwe şîrove bike'

  • 13:15 12 Gulan 2019
  • Rojane
Roj Hozan 
 
DÊRIK - Endama Rêvebriya Akadimiya Xweser a Jinan a Ragihaidinê Jiyan Hêvî derbarê vekirina yekem akadimiya ji bo jinên ragihanidê diyar kir ku  Akadimiya Ragihandina Xweser bersiv e ji  zimanê baviksalariyê,  divê jin rastî û heqîqeta xwe bi zimanê xwe bide şîrovekirin, zilim û zoriya li  jinê hatiye kirin bi pênûsa jinê parçe bike." 
 
1'emîn  Akadimîya Xweser a Jinan a Ragihanidinê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komîteya Rajin ve hat vekirin. Akadimiya hat vekirin bi nave şehîda ragihandinê ya jin "Dilîşan Îbis" ku endezyara heqîqetê ye hatiye bi navkirin. Bi vekirina vê akadimiyê dewreyeke rojnemegerên  jinên ên ereb ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13 nîsanê de hatibû destpêkirin ku tê de waneyên birdozî, rojnemegerî li ser pêşxistina rojnemegeriya jinê hatin dayîn. Bi minasebeta naskirina xebat û armnca  vekirina vê akadimiyê me xebatê wan şopandin.  
 
Divê ked û tekoşîna jinê bi çavê jinê were pênasekirin
 
Endama Rêvebera akadimiya Ş.Dilîşan Îbiş a Ragihandina Xweser Jiyan Hêvî wiha qala pêwîstiya vekirina akadimiye xweser ji bo rojnemegerên jin dike: "Armanca vekirina vê akadimiya xweser ji bo jinên ragihandê bi teybet gaveke pir pîroz e. wekî ku em dizanin rola ragihandinê di nava civakê de pir girîng e.  Yek jê ji bo zanekirina civakê ya din  dema em qala azadiya jinê bikin  divê erka zanebûna jinê û perwerdekirina wê em bigrin  ser milen xwe. Heta niha ragihandina giştî heta radeyekê karîbû ji nû de li gor rastiya jinê û civakê tevbigere, lê eger em bixwazin tekoşîn û kede jinê bi çavê jinê pênase bikin pêwîstî bi ragihandina xweser hebû.
 
'Zimanê jinê bersive ji zimanê baviksalariyê re' 
 
Di berdewamiya axftinên xwe de Jiyan bal kişandin ser zimanê  pergalên ku  kesayeta jinê li gorî xwe şîrove dikirin ku jin dûrî rastiyê wê didîtin û wiha domand:" Di dîrokê de  pergala heyî ya deshilatdar jin li gorî xwe pênase dikir û jin da windakirin di milê çand, ked,tekoşîn, xweşikbûn û hwd de. Ji bo wê jî divê jin rastî û heqîqeta xwe bi zimanê xwe û bi destê xwe bide şîrovekirin.  Perwerdekirina jinên ragihandinê di nava vê akadimiyê de bersive ji zimanê mêrsalarî yê ku nikarîbû jinê li gorî rastiya wê bide famkirin, helbet ev jî dibe bi pêşxistina rojnemegerên jin  ji bo ku jin ji  xwe bawerbin  û di  nava felsefeya idyolojiya azadiya jin de li ser dîroka  xwe lêhurbûn çêbikin, nasnameya xweyî jinbûnê biparêzin û çavê jin li bûyeran meyîze bikin, pêwîstiya perwerdekirina jin  û xweserbûna wê hebû."
 
'Jinên rojnemeger tenê  rast yê jinan  radighînin' 
 
Endama Perwerdeyê Rojnemevan Sîlva Ibrahîm jî wiha qala tecrûbeyen xwe yên ji vê perwerdeyê girtine dike: "Ji xwe destpêkê eger em bixwezin bi rastî layiqî tekoşîna jinê bibin, bibin ziman û dengê wê divê di destpêkê de em li ser kesayeta xwe bixebitin. Heta çi astê em dikarin mafê van jinan di nava ragihandina xweser de biparêzin. Ji bo wê jî divê em xalên herî hesas yên jin jê bi bandor dibe hestiyar dibe, kêfxweş dibe nas bikin. Jineke rojnemeger divê ewqas tiştan nasbike û li ser şîroveyên xwe bike.  Dema ku me ev pêk anî em dikarin bêjin ku em dengê jinê ne  di nava civaka ku jin mehkûmî bêdengiyê kiribû û rastiya wê ragihînin."
 
'Em ê zilma li jinan hatiye kirin bi pênûsa xwe parçe bikin'
 
Endama Ddewreyê  Rojnemevan Zerîfa Xelef jî wekî jineke rojnemeger di nava civaka Ereb de rojnemegrtiyê dike û dibêje di nava civaka êş kişandî de  rojnemegeriya xweser zehmet bû lê hewldanên jinê tim hebûne û wiha berdewam kir: "Wekî jineke rojnemevan em di nava civaka ereb de li Tebqayê dijîn. CivakÊ ji bilî rengê reş yê li ser jinê wêdetir tu tişt nedîtibû ji bo jinê. Ji bo ku em vê nêrînê parçe biki pêwîstî bi rojnemegeriya jinê hebû ku bi van jinan bide naskirin jiyan ji bo jinê rengîn e û dengê jinê ne şerm e. Divê jin ji rastiya xwe ya xwezayî dûr nekeve.  Ev gav pir zehmet bûn û heTe niha jî zehmetî hene, lê hewildanên me hene ku em bikarin van jinan bi rastiya wan bidin famkirin, zilim û zorîya li ser jin hatiye kirin bi pênûsa xwe parçe bikin."