‘Ev tiştên hatine kirin wê ji kesî re nemîne’

  • 09:12 12 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Emîne Acar diyar kir ku 2 neviyên wê yên li girtîgehê ketine greva birçîbûnê û neviyekî wê ji 17’ê çile de yek jî ji 1’ê Adarê de di greva biçrîbûnê de ye û wih agot: “Ev zilm wê bêguman bidawî bibe. Ev tiştên hatine kirin wê ji kesî re nemîne. Em heta dawiya jiyana xwe li pişt zarokên xwe ne.”
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabin li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin didomin. Ji 30’ê Nîsanê de 15 girtî û di 10’ê Gulanê de jî 15 girtiyan çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê. Ji her qadê piştgiriya ji bo çalakiyê didome. Xizmên girtiyan jî bang dikin ku divê hikûmet demildest gavê bavêje.
 
‘Zextên li girtîgehan bidawî nabin’
 
Emîne Acar a ku 2 heb neviyên wê di grevê de ne wiha dibêje: “Neviyê min Mehmet Selîm cezayê muebetê girt. Li girtîgeha Dîlokê girti ye û ji 17’ê Çile de di grevê de ye. Neviyê min yê din Sozdar li Girtîgeha Qersê 4 sale girti ye. Ew jî ji 1’ê Adarê de di grevê de ye. Ev demek dirêje em nikarin biçin hevdîtina wan. Em bi telefonê diaxivin. Dibêjin em başin. Zextên li ser wan bidawî nabin. Li girtîgeha Dîlokê girtî rastî her cureyê zextê tên. Berê av nedidan wan,niha jî her zextê dikin. Ew li ber çavan dihelin. Em jî li şûna bibin dengê wan li cihê xwe rudinin. Divê em deng bidin dengê wan. Çi ji destê me tê divê em bikin. Zarokên me li wir birçîbîne, em jî ji ber wan nikarin tu tiştekî bixwin.”
 
‘Em li pişt zarokên xwe û rêbertiya xwe ne’
 
Emîneyê destnîşan kir ku ew zextên li ser girtiyan lanet dikin û got çalakiyên bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin divê xwedî li wan bê derketin û wiha pê de çû: “ Divê hemû alî rabin ser piyan. Ev 20 sale rêbertî di girtîgehê de ye û destur nadin hevdîtinan. Em tecrîdê lanet dikin û divê demildest bişkê. Em heta dawî li pişta zarok û rêbertiya xwe ne. Me dikujin, davêjin zinandn. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Erdogan çima dixwaza li ser gel komkujiyan bike? Gelo ji xwedê natirse?Em li pişt doza zarok û axa xwe ne. Kengê rêbertiya me bê berdan û aştî pêk bê em ê ligel hev bin. Navê me Kurd yê wan Tirk e. Em xwedî ax û rêbertiyê ne. Em di bin zilmê de ne. Bila Erdogan dest ji vê axê berde. Ev tiştên ew dikin wê ji wan re nemîne.”