ROJEVA 12'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 12 Gulan 2019
- Rojev
*Qîmet Şoreşoglu, Necîme Yaşar û Fatma Surme bi minasebeta Roja Dayikan daxwazên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Ev roj bi hevrebûna zarok û dayikan watedar e.” DÎMEN HEYE
*Dayika Şikriya Husên a bi temenê xwe yê 70 salî firotina mirîşkan dike. Dayika Şikriye ya bi xebatê serbilind e wiha dibêje: "Ji keda 45 salî min jiyan û pêşeroj ji bo zarokên xwe afirandin, ez jineke serfiraz im bi vê xebatê, sebra min bê ked nayê."DÎMEN HEYE
*Jinên Hesekê helwesta Leyla ya li ber sêdarên deshilatan nirxandin û gotin: “Li hemberî hemû cureyên îskenceyê û celadan bi cesaret rawestiya û gotinên dawiyê weke wesiyet ji me re hişt.”
*Dr. Yuksel Çavuşoglu diyar kir ku li Tirkiyeyê 9 mîlyon kes di alî qelsiya dil de di bin rîskê de ne û ba kişand ser tedbîrên divê li dijî nexweşiyê bê girtin.
*Nivîskar, lîstikvan û derhêner Aysel Yildirim diyar kir ku her aliyê civakî hem di alî aborî de û hem jî di alî azadiya fikr û ramanê de di bin zextê de ye û wiha got: “Dema hemû aliyên civakê di bin zextê de bin, ewil hewl didin hunermendan bêdeng bikin, lê ev zehmetir e. Hunermend her tim ji xwe re riyek derketinê dibînin. Huner gotineke li dijî otorîteyê hatiye gotinê ye.” BI DÎMEN
*Li Sîlopiya ku 110 hezar nifûsa wê heye û yek lambeyek trafîkê tune ye, derket holê ku di dema qeyûm de li kolana sereke ji bo 200 dîregên ronîkirinê 3 mîlyon hatiye xerckirin.
*Emîne Acar diyar kir ku 2 neviyên wê yên li girtîgehê ketine greva birçîbûnê û neviyekî wê ji 17’ê çile de yek jî ji 1’ê Adarê de di greva biçrîbûnê de ye û wih agot: “Ev zilm wê bêguman bidawî bibe. Ev tiştên hatine kirin wê ji kesî re nemîne. Em heta dawiya jiyana xwe li pişt zarokên xwe ne.” BI DÎMEN
*Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag ya 67 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê 8 sal şûnde pêk anîne erênî ye û wiha pê de çû: “ Hewcedariya me bi lihevkirina civakî, demokrasî û aştiyê heye. Lê heta tecrîd ranebe, aştî û lihevkirina civakî ne pêkan e.”