Dayikên girtiyan li Rihayê dest bi nobetê kirin

  • 15:05 11 Gulan 2019
  • Rojane
RÎHA - Li Rihayê malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin rojiyan mirinê û greva birçîbûnê dest bi çalakiya nobetê kirin.
 
Malbatên girtiyan li Stenbol, Kocaelî û Amedê ji bo pişgiriyê bidin rojiya mirinê û greva birçibûnê dest bi çalakiyan kiribûn. Li Rihayê jî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr malbatên girtiyan dest bi nobetê kirin. Di destpêka nobetê de malbatan li ber avahiyê daxuyanî dan. Li ser navê malbatan Remziye Armugan daxuyanî da. Bira û hevjîna Remziyê girtî ne û di greva birçîbûnê de ne. 
 
Remziye, di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: "Em êdî nikarin li malê rûnên. Em dixwazin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û tecrîd bê bi dawî kirin."
 
Parlamentera HDP'a Rihayê Ayşe Surucu tevlî daxuyaniyê bû û diyar kir ku 30 girtî niha di rojiya mirinê de ne û wiha axivî: "Girtî tenê dixwazin hikûmet hiqûqa xwe pêk bîne û em qanûnên nû naxwazin. Em bang li Wezareta Dadê dikin û dibêjin ku tecrîd sûcê mirovatiyê ye û divê bê bi dawî kirin. Şikandina tecrîdê tê wateya çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê."
 
Piştî daxuyaniyê dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin û piştre malbat derbasî avahiyê bûn û dest bi çalakiya nobedê kirin.