Dayikên girtiyan: Ger aramî ji me re tune be bila ji tu kesî re tune be

  • 15:01 11 Gulan 2019
  • Rojane
EDENE - Dayikên girtiyan tevî asteng û gefên polîsan meş li dar xistin û li Parka Înonuyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayikan diyar kirin ku heta tecrîd bidome dê li kuçeyan bin. 
 
Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li Avahiya Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê hatin gel hevdu û meşiyan heta Parka Îsmet Înonu. Dayikan di çalakiya meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Leyla Guven rûmeta me ye"," Em ê serî hildin û bi ser bikevin" berz kirin. 
 
Polîs girseya li nava Parkê rûniştî dorpêç kirin û xwestin çalakiya wan asteng bikin. Tevî vê yekê malbatên girtiyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxwaza zarakên xwe anîn ziman. Ji malbatên girtiyan Latife Aydin anî ziman  ku heta zarokên wan di grevê de bin ew ê li malê rûnenên. 
 
'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li kuçeyan bin'
 
Vesile Ulaş anî ziman ku ew ê ji bo zarokên xwe li kuçeyan bin û wiha got:"Ez bang li herkesî dikim. Zarokên me wekî findê dihelin. Ez li malê nikarim razêm. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li kuçeyan bin. Ger aramî ji me re tune be bila ji tu kesî re tune be."
 
Malbatên ku çalakiya xwe pêk anîn bi tilîlî û bi dirûşman ber bi avahiya HDP'ê ve meşiyan. Polîsan malbat tehdît kirin û gotin:"Tenê biçin. Dirûşme qedexe ye. Yan na em ê mudaxale bikin."