Malbatên girtiyan ên li Bakirkoyê hatin astengkirin: Em ê her roj bên li ber girtîgehê
- 14:50 11 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin çalakî pêk bînin hatin astengkirin. Nesîbê Başaran bertek nîşanî astengiya polîsan da û wiha got: "Hûn çî dikin bikin em ê dîsa bên li ber girtîgehê. Êdî bes e!"
Malbatên Girtiyan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nobeta xwe berdewam kirin. Dayikên ku bi rojan rastî mudaxaleya polîsan tên, careke din li Rawestgeha Sîteya Zarokan a Rêya E-5 gihiştin hev. Polîsan disa hemû rêyên diçin girtîgehê girtin û destûr nedan ku dayik bimeşin. Dayikan ev helwesta polîsan şermezar kir. Her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Hasan Ozguneş tevlî çalakiya malbatan bû.
Parlamenter Hasan, bertek nîşanî helwesta polîsan da. Malbatên girtiyan destnîşan kir ku ji bo şer nehatine li vir û ji bo zarokên xwe li vir kom dibin. Kurê Nesîbe Başaran li Girtîgeha Sîlîvriyê di girêva birçîbûnê de ye bertek nîşanî polîsan da û wiha got: "Em di çalakiyên xwe de mafdar in. Dilê me dişewite. Em çend rojin bi rojî ne. Li malê aramiya me nîne. Hûn çî dikin bikin em ê dîsa bên li ber girtîgehan. Êdî bes e."