Dayikên Aştiyê yên Îranê: Heta Abdullah Ocalan azad bibe divê em têkoşînê bidomînin
- 14:40 11 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Dayikên Aştiyê yên ku ji cihên cuda yên Îranê hatin çûn serdana Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê ev 185 roj in di grevê de ye.
Dayikên Aştiyê yên ku ji cihên cuda yên Îranê hatin çûn serdana Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê ev 185 roj in di grevê de ye. Dayikên ku çên serdana Leyla Guven piştre daxuyanî dan.
'Ev têkoşîn têkoşînek girîng e'
Sînor Huseyîn li ser navê dayikan daxuyanî da û got:"Leyla Guven wek dayik û jinek Kurd pêşengiyê ji têkoşînê re dike. Ev têkoşîn têkoşînek girîng e."
'Divê ev têkoşîn mezintir bibe'
Sînorê da zanîn ku divê her jin piştigiriyê bide têkoşîna Leyla Guven û wiha dewam kir:"Di her serdemê de jinan di têkoşîna doza kurd de pêşengî kirine. Ev têkoşîn bi jinê dest pê kir. Divê ev têkoşîn mezintir bibe."
'Divê hemû kes deng bidin grevên birçîbûnê'
Sînorê da zanîn ku divê hikumet li gor zagonan tev bigere û wiha got:"Divê hemû kes deng bidin grevên birçîbûnê. Ji bo tecrîd demildest bi dawî bibe divê hemû kes li berxwe bide. Heta Birêz Ocalan azad bibe divê ev têkoşîn azad bibe."
Piştî daxuyaniyê Dayikên Aştiyê yên ku ji Îranê hatibûn çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û serdana Rêxistina HDP'ê ya Amedê.