Malbatên girtiyan ên li Gebzeyê: Kes nikare me asteng bike

  • 14:32 11 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya malbatên girtiyan ya li ber Girtîgeha Gebzeyê carek din ji hêla polîsan ve hat astenkirin. Malbatan diyar kirin ku kesek nikare malbatan asten bike. 
 
Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe ya nobetê domandin. Malbat li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) ya Navçeya Gebzeyê kom bûn û li wesayîtan siwar bûn ku biçin ber girtîgehê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkun û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê piştgirî dan malbatan. Malbat çûn cihek nêzî girtîgehê li vir bi astengiya polîsan re rû bi rû man. 
 
Malbatên girtiyan bertek nîşanî polîsan da û diyar kirin ku kesek nikare malbatan asteng bike û wiha gotin: "Em ji bo zarokên xwe li vir in. Hûn nikarin me asteng bikin. Roj bi rojê zarokên me nezî mirinê dibin. Divê mirovatî li dijî we derkeve." Piştî gengeşiyê malbat bi dirûşmên wekî “Bijî berwxedana zindanan” berz kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.