Ji ÎHD'ê Konferansa Li 'Tirkiyeyê' Nîjadperestî

  • 14:31 11 Gulan 2019
  • Rojane
STENBOL - Nûnerên gelan ên beşdarî konferansa “Li Tirkiyeyê nijadperestî: Mexdûr serpêhatiya xwe vedibêjin” ya ÎHD’ê bûn bi kirinên rû bi rû re ku mane vegotin. 
 
Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi sernavê “Li Tirkiyeyê nijadperestî: Mexdûr serpêhatiya xwe vedibêjin” li otelek Taksîma Stenbolê konferans li dar xist. Gellek kes beşdarî konferansê bûn. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axaftina vekirinê kir. 
 
Erenbal kişand ser gotina “Wê her tişt xweş bibe” ya muxalîfan ku piştî betalkirina hilbijartina Stenbolê anîn ziman û got: “Ji bo her tişt xweş bibe, divê her kes dikaribe xwe bi azadî bîne ziman. Xeta sor a dewletê ku li sr me ferz dikin, mînak tiştên di qirkirina Dersim û Ermenan de anîn serê me û her tiştê li me qedexe kirin, lazim e em nîqaş bikin. Ji ber ku em nikarin van mijarên nijadperestî û cudakariyê nîqaş bikin, me vê civînê amade kir.” 
  
Piştî Eren, civaknas Bariş Unlu jî bi sernavê “Derbarê Nijadperestiyê Em Çawa Dikarin Bifikirin” rawestiya û got: “Yên ku nijadperestiyê wek fenomenek takekes dibînin bi piranî kî ne û wek çi berjewendiyên wan di vê yekê de heye? Li gorî çavdêriyên min yên ku li vê nêzîkatiyê xwedî derdikevin, bi piraniya wan serdest, kesên xwedî komên etnîk û nijadî ne. Pirsa yên di vê yekê de israr dikin û çi berjewendiyên wan heye dide pirskirinê.” 
 
Di rûniştina yekemîn a konferansê de mijara “Li Tirkiyeyê misilmanbûyîn” hat guftogokirin. 
 
Parêzer Betsî Penso li ser mijara “Antîsemîtîzm: Wek Cûreyê Çêrek Yahudî” axivî û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê li ser navê antîsemîtîzmê ç idi qewime? Di serî de di medya civakî de her roj li her alî gotina Yahudî wek çêr tê bikaranîn. Carna ev gotin wek Yahudî xwe dide nîşandan.” 
 
Nivîskar Rober Koptaş jî li ser mijara “Selika Hêkan: Di Jiyana Rojane De Halê Ermenan” axivî û wiha got: “Di nasnameya min de navê min Murat e. Ji bol i eskeriyê tiştek neyê serê bavê min, navê Murat li min kiriye. Navek duyemîn ê her kesî heye. Guhertina nav wek stratejiya ji bo mayîna li jiyanê hatiye hilberandin. Her kes dixwaze bi nasnameya xwe bijî. Dixwazin navên gelan bidin jibîrkirin. Heke bixwazin jî nexwazin jî wê wan tecrûbeyên we yên xerab ên berê bi we re hebûna xwe bidin nîşandan.” 
  
Parêzer Erkan Metîn jî li ser mijara “Cudakariya Li Dijî Suryaniyan û Endamên Wê” axivî û wiha got: “Di nav Sûryaniyan de dabeşkirinek mezin heye. Ji ber polîtîkayên zane yên serdestan vî gelî adeta mehkûmî dabeşkirinê kirine. Ev heta roja me dirêj dibe. Çarenûsa hemûyan wek hev e. Zextên giran li ser wan tê kirin. Dixwazin gelên li ser axa Mezopotamyayê dabeş bikin û tune bikin. Tu demê bi hevrebûnek sûryaniyan û hevgirtinek wan a ji bo şêwreya parastina nasname û çanda xwe çênebûye. Li Tirkiyeyê li dijî vê polîtîkayek tê şopandin. Li vir di nava sînorên teng de nasnameya xwe parastine.” 
 
Konferans dê heta êvarê bi rûniştinên din dewam bike.