Jinên li Berlînê: Em ê ji qêrîna dayikan re bibin deng

  • 10:09 11 Gulan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Berlînê Tifaqa Femînîstên Enternasyonalîst ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakî li dar xistin û êrîşa li hemberî dayikan şermezar kirin.
 
Ji hêla Tifaqa Femînîstên Enternasyonalîst, di nav de Meclîsa Jinan a Berlînê DESTDAN, Meclîsa Jinan a Edesa û Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî hene, li Kreuzberg Heinrichplatzê Almanyayê çalakî hat lidarxistin. 
 
Di çalakiyê de bi banga ''Em ji qêrîna dayikan re bibin deng'' alên TJK-E'yê û wêneyên berxwedêrên rojiya mirinê hatin hilgirtin. Di çalakiya girseyî de dirûşmên ''jin jiyan azadî'', ''bijî hevgirtina şoreşger'' hatin berzkirin. Di çalakiyê de hat gotin ku greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe dayî destpêkirin, ketiye pêvajoyeke ku berxwedêr. 
 
Di çalakiyê de jinan destnîşan kir ku ji ber bêdengiya Yekîtiya Ewropayê (YE), Komîteya Pêşîgirtina li Hemberî Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û raya giştî, malbatên girtiyan her tiştî tînin ber çavan û li ber girtîgehan çalakiyan dikin û wiha hat gotin: ''Em êrîşên dewleta faşîst a li ser malbatên girtiyan, êrîşên hovane û girtinan şermezar dikin. Em bang li hemû dilxwazên mafê mirovan û azadiyê dikin ku demildest deng bidin dengê dayikan.''