'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî jî bi ser bikevin'
- 10:04 11 Gulan 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên ku tevlî 1'emîn komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan bûn axivîn û gotin: "Jinên ciwan bingeha civakê ne, ji ber vê yekê dijmin her û her dixwazin vê bingehê hilweşînin, lê em teslîmkariyê qebûl nakin."
1'emîn komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Şehba, Efrîn û Helebê ya bi dirûşma "Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" li Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Jinên ciwan ên ku tevlî komcivînê bûn axivîn.
'Em vê komcivînê li jinên berxwedêr û têkoşer pîroz dikin'
Xwendekara bi navê Sema Osman wiha axivî û got: "Em 1'emîn komcivîna jinên ciwan li jinên berxwedêr û jinên têkoşer pîroz dikin. Di komcivînê de jinên ciwan ên Kantona Şehba, Efrîn û bajarê Helebê tê de amade bûn û rewşa jinê hat nîqaşkirin, pirsgirêka herî mezin bi jinên ciwan re derbas dibe ew e ku bi temenên biçûk rastî tecewîzê tên, ji ber vê yekê me dest bi hemleya li dijî zewicandina biçûk dest pê dikin."
'Lidarxistina komcivînê gavek pêşketinê ye'
Sema hêstên xwe wiha parve kir: "Tevî zor û zehmetiyên ku em niha dijîn, tevî wê me komcivîna xwe li dar xist. Ev jî bi xwe gavek pêşketinê ye, her wiha ji aliyê kar û xebata jinên ciwan, li kantona Şehbayê hat nîqaşkirin, me cara yekem turnûvaya jinên ciwan vekir, ev jî cihê moral û hêzê ye."
'Bi îradeya jinên ciwan em ê bi ser bikevin'
Her wiha Fatimê Bîlal jî li ser berxwedana jinên ciwan wiha got: "Em jinên ciwan li hemû deveran hene û karên xwe berdewam dikin, em tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin heta Efrîn ji destê çeteyan rizgar nekin. Bi îradeya jinên ciwan em ê bi ser bikevin."
'Ciwan bingeha civakê ne'
Koordinisiyona xwendekarên Herêma Efrînê Zêyneb Nasen wiha got: "Ev komcivîn li Serok Apo û pakrewanên azadiyê pîroz be, em her û her hêz û îradeya xwe di hemû qadan de diyar dikin û xwe îsbat dikin, ciwan bingeha civakê ne ji ber vê yekê dijmin her tim dixwazin vê bingehê hilweşîne, lê em armanca wan bi cih naynin û her tim ciwan dê pêşengê civakê bin."
'Bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî jî bi ser bikevin'
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb banga xwe li hemû jinên ciwan kir û got: "Bangwaziya min ji hemû jinên ciwan re ev e, bi şerê dijmin bandor nebin û xwe perwerde û pêş bixînin, ji ber ku me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin."