Dayikên li Gebzeyê: Roja tecrîd bi dawî bibe em ê wê rojê Roja Dayikan îlan bikin
- 10:00 11 Gulan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Dayikên ku ji bo dengê zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne bidin bihîstin bi rojan e li ber Girtîgeha Gebzeyê nobetê digirin, derbarê Roja Dayikan de hestên xwe parve kirin. Dayikan gotin:"Roja tecrîd bi dawî bibe em ê wê rojê Roja Dayikan îlan bikin."
Her sal hefteya duyem a gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Dayikên Kurd îsal bi dilekî şikestî dê Roja Dayikan pêşwazî bikin. Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstandin li ber Girtîgeha Gebzeyê nobetê digirin. Dayikên ku nobetê digirin bi şîdeta polîsan rû bi rû dimînin û bi erdê tên kaşkirin.
Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne çalakiya xwe ya yekem li ber Girtîgeha Girtî ya Tipa M a Gebzeyê pêk anîn. Tevî hemû astengiyan, girtin û binçavkirinan dayikan dev ji çalakiyên xwe bernedan. Ev çalakî li Tirkiye û Kurdistanê belav bû. Tevî zext û astengiyan dayik her roj li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk tînin.
'Ger tecrîd bi dawî bibe em ê roja dayikan pîroz bikin'
Zeynep Calihan a ku nobetê li ber Girtîgeha Gebzeyê digire got:"Ji min roja dayikan nepirse. Em ê di roja dayikan de dîsa li ber girtîgehê bin. Ji bo zarokên me bijîn em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji bo me diyariya herî xweş rakirina tecrîdê ye. Ger tecrîd bi dawî bibe em ê roja dayikan pîroz bikin."
'Ji bo me diyariya herî xweş rakirina tecrîdê ye'
Dayika ku li ber Girtîgeha Gebzeyê li berxwe dide, Sultan Bozkurt jî wiha hestên xwe anî ziman:"Grevên birçîbûnê veguherî rojiyên mirinê. Ev ji bo gelek giran e. Êdî rojên cejna ji bo me tu tiştekî îfade nake. Rojên cejnê me li ber girtîgehan derbas dibe. Ev sala ji bo gelek dijwar e. Çimkî zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan ne baş e. Her roj dihelin. Her saet ji bo girîng e. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û grevên birçîbûnê bi dawî bibe. Ez hêvî dikim ku rojên azadiyê nêz in û em ê bi ser bikevin. Em ê tevî zarokên xwe serkeftinê bi dest bixin. "
'Dilê min naxwaze biçe'
Dayika Nihat Ekmez, Fehime Ekmez ê ku di greva birçîbûnê de ye wiha got:"Roja min a Dayikan tune ye. Roja min reş e. Birînek kûr di hundurê min de vebûye. Zarokên min dema dibêjin em ji te re diyariyekê bigirin ez dibêjim na. Emrê min li ber girtîgehan derbas bû. Zarokê min ev 23 sal in di girtîgehê de ye. Ez bi zarokê xwe serbilind im. Mala min li Pirsûsê ye lê dilê min naxwaza biçe. Ez naxwazim zarokê xwe tenê bihêlim. Heta ku greva birçîbûnê neqede ez ê bextewar û aram nebim."
'Tevî hemû tiştî ez Roja hemû dayikan pîroz dikim'
Her wiha dayikek din a li ber Girtîgeha Gebzeyê nobetê digire, Hatice Soyler jî wiha got:"Em jiyana zarokên xwe difikirin. Ev Roja Dayika ji bo me xemgîn derbas dibe. Em her roj li ber girtîgehê ne. Bedena zarokên me her roj dihele. Tevî hemû tiştî ez Roja hemû dayikan pîroz dikim. Roja ku tecrîd bi dawî bibe em ê Roja Dayikan pîroz bikin."
'Em ê di Roja Dayikan de li ber girtîgehê bin'
Ferîde Îldan da zanîn ku ew ê di Roja Dayikan de li ber girtîgehê bin û wiha got:"Em ê di roja dayikan de li ber girtîgehê bisekinin. Zarokên me di rojiya mirinê de ne. Kengî tecrîd rabû zarokên me greva birçîbûnê bi dawî kirin em ê wê rojê Roja Dayikan pîroz bikin. Niha tenê em zarokên xwe û rakirina tecrîdê difikirin."
'Bila tecrîd bi dawî bibe aştî pêk bê'
Hanife Bayer bi lêv kir ku Roja Dayikan ji bo wê tiştekî îfa nake û wiha got:"Em ji dewletê tenê vê yekê dixwazin. Bila guh bide daxwazên kulîlkên me yanî zarokên me. Bila tecrîd bi dawî bibe aştî pêk bê. Bila kesek tu zirarê nebîne. Bila zilim biqede, tecrîd bi dawî bibe."