Jina Kurd a Êzidî ya hat rizgarkirin: Jiyana min bi temamî guherî
- 09:13 11 Gulan 2019
- Rojane
Şaristan Mahir
ŞENGAL - Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin. Di encama êrîşî de bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, li bazaran hatin firotin û îşkenceyên dijmirovî li wan hatin kirin. Gelek jinên Êzidî jî ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Yek ji jinên ku hatin rizgarkirin a bi navê Cîhan Berakat e. Cîhanê derbarê rizgarkirina xwe de axivî. Cîhanê diyar kir ku ew gelekî bextewar e ji ber ji destên çeteyan hatiye rizgarkirin û wiha got:"Dema ku ez hatim rizgarkirin, jiyana min bi temamî guherî. Niha ez gelek bextewar im ku ji destên DAÎŞ'ê hatime rizgarkirin."
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin. Di encama êrîşî de bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, li bazaran hatin firotin û îşkenceyên dijmirovî li wan hatin kirin. Bi Pêngava Bagera Cizîrê li Baxozê gelek Êzidî hatin rizgarkirin. Herî dawî li Baxozê 27 Êzidiyên hatibûn rizgarkirin radestî malbatên wan hatibûn kirin. Jina Kurd a Êzidî Cîhan Berakat a 27 salî û 5 sal in ku di destên çeteyên DAÎŞ'ê de bû jî di nava 27 kesên hatibû rizgarkirin de bû. Cîhanê hestên xwe yên derbarê rizgarkirina ji çeteyên DAÎŞ'ê wiha rave kir:"Dema ku ez hatim rizgarkirin min bawer nekir. Îşkence û zilma ku li hat kirin êdî bi dawî bû. Ez gelek bextewar im û dixwazim Êzidiyên din ên ku hîn windayî ne jî bên dîtin."
'Min gelekî bêriya axa xwe kiribû'
Cîhanê diyar kir ku wê gelekî bêriya malbata xwe kiribû û wiha got:"Berî fermanê zehmet be jî jiyanek min xweş hebû. Me debara xwe ya jiyanê bi çandinî û xwedîkirina pez dikir. Me karê bi kêfxweşî dikir. Li ser axa xwe û li gundê xwe em dijiyan. Ez 19 salî zewîcîm. Piştî ku ez zewîcîm jiyana min bi temamî guherî. Zehmetiyên ku me dikişandin êdî zedetir bûbû û êdî berpirsiyariyên ku diket ser milê min çêbû. Lê ya herî zehmet piştî DAÎŞ’e çêbû. Êdî jiyana min bi temamî hate guhertin. Zilm û zordestiyê dest pê kir."
'Yên ku bi parastina me peywirdar bûn me bi mirinê rû bi rû hiştin'
Cîhanê wiha dewam kir:"Piştî DAÎŞ'ê em dîl girt şûnde bi temamî jiyana min guherî. Dema DAÎŞ ketibû Mûsûlê me wê demê navê DAÎŞ'ê bihîst. Me, tiştên ku dikirin li ser televîzyonê dît. Piştî vê em gelek tirsiyan. Lê ji me re gotin tiştekî gel nakin. Digotin pirsgireka wan bi hukumetê re heye û êrîşî wan dikin. Me jî bawer kir. Me di destpêkê de dixwest ji Şengal’ê derkevin lê piştî wisa gotin em ji gundên xwe derneketin. Di fermana 2014’an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengal’ê kir û ketin hemû gundan. Dema erîş çêbû zarokek min hebû û ez dûcanî bûm. Wê demê yên parastina me dikir pêşmerge û leşkerên Iraqê bûn lê me neparastin. Şev êrîş ser gundê me çêbû. Yên ku bi parastina me peywirdar bûn me bi mirinê rû bi rû hiştin. Me nikaribû xwe xelas bikira. Yên ku pêhesiya bûn xwe xelas kirin. Piştî ku derdora gund girtin 10 rojan di gundê me de man. Zext li me dikirin. Piştî me qebûl nekir hemû kes di dibistana gund kom kirin. Jin û zarok li qatê jor, mêr jî qatê jer bûn. Di destpêkê de mêr birin. Me nizanibû ew ê çi bi wan bikin. Berê êvarî hemû jin û zarok birin. Dema me birin keç û jin ji hev cuda kirin. Hejmara me gelek bû."
'Weke jin rewşa me ne baş bû'
Cîhanê piştî dîlgirtinê wiha rave kir:" Piştî ku me birin Til Eferê min wê demê dît ku em tenê nînin. Gelek jin û zarokên Êzidî li wir kom kiribûn. Piştî Til Eferê me hemû yan birin Reqayê. Cihekî mezin hebû em hemû tê de bûn. Her rojêk dihatin di nav me de digeriyan û kî diecibandin ji xwe re dibirin. Yek ji wan hat min ji xwe re bir. Heta ez azad bûm li gel wî bûm. Min di destêpêkê de karê wî dikir çi pêwîstiyên wî hebûya min dianî cîh. Hemû Êzidiyên ku dîl girtibûn ji bo xizmeta xwe bi kar dianîn. Ev 5 sal in ez gel wî zilamê ku min kirî, li gel wî bûm. Min pir jinên Êzidî dît. Bi rastî jî rewşa me pir ne baş bû"
'Piştî perwerdeyê zarok tevlî şer dikirin'
Cîhanê bi van axaftinan dawî li gotina xwe tîne:"Gelek keçikên biçûk hebûn bi wan re jî zewîcî bûn. Ji 8 salî mezintir hemû zarokan ji gel me dibirin. Zarokên keç re dizewîcîn. Di destpêkê de karê wan ew bû ku me fêrî Quranê û nimêjê dikirin. Dibistana wan hebû zarok li wir perwerde dikirin. Piştî perwerdeyê zarok tevlî şer dikirin. Em bi mehan bi yek cilî man. Roja em hatin girtin çi li ser me bû em bi mehan bi wan cilan man. Bi rojan av û xwarin nedidan me.Herî dawî em li Baxozê sekinîn. Dema ew biçûyan şer me jî bi xwe re dibirin. Herî dawî em birin Baxozê. Piştre em ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Dema ku ez hatim rizgarkirin, jiyana min bi temamî guherî. Niha ez gelek bextewar im ku ji destên DAÎŞ'ê hatime rizgarkirin. Dema ku ez hatim rizgarkirin min bawer nekir. Îşkence û zilma ku li hat kirin êdî bi dawî bû. Ez gelek bextewar im û dixwazim Êzidiyên din ên ku hîn windayî ne jî bên dîtin."