'Em ê mîrateya têkoşîna berxwedêrên gulanê her biparêzin'

  • 09:01 11 Gulan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Cîhan Kaplan, di derbarê şehîdên meha Gulanê û berxwedêr Hozan Mizgîn de hestên xwe anî ziman. Cîhanê diyar kir ku meha gulanê ji bo Gelê Kurd mehek taybet e û wiha got:"Di meha gulanê de gelek şehîdên wekî Hozan Mizgîn di rêya azadiya doza Kurd de canê xwe feda kirine. Em wan bi dilekî germ bi bîr tînin û em dibêjin ku em ê mîrateya wan a têkoşînê her biparêzin. Em ê mîrateya têkoşîna berxwedêrên gulanê her biparêzin."
 
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), Di sala 1962’an de li  gundê girêdayî Elîhê yê bi navê Bileyderê ji dayik bû. Mizgînê, piştî darbeya  sala 1980’an têkoşînê nas dike û  di nav çeperên berxwedanê de cihê xwe digire. Di heman salan de li bajarê Êlîhê tevgera karkeran birêxistin dibe û bi pêşengiya Mazlum Dogan mal bi mal gel tê birêxistinkirin. Mizgînê di wan salan de li gel komeke ciwanan tevlî refên PKK’ê dibe. Di sala 1980’an de Mizgînê diçe Ewropayê û li wir pêşengiya xebatên çand û hûnerê dike. Mizgînê bi kilama “Çemê Hêzil” û “ Gundîno Hawar”  li Kurdîstanê bandorê li ser gel dike. Kilamên Mizgînê tên qedexekirin û gel wê bi qasetên qedexe bi awayekî veşartî guhdar dike.  Mizgînê, di pêvajoya herî zor û zehmet de berê xwe dide Tetwanê û bi sekna xwe ya şoreşgerî û bi rihê xwe yê têkoşer jin û gelê Tetwanê bi bandor dike. Li gel rêxistina Mizgînê gelê Tetwanê êdî bi heqîqetê şiyar dibe. Mizgînê êdî li Tetwanê bi nav û deng dibe û di 11'ê Gulanê de di sala 1992’an de di  pêvçûnê de  jiyana xwe ji dest dide. Lê piştî Mizgînê jin xwedî li têkoşîna Mizgînê derdikevin û serdemeke nû  dest pê dike. Mizgînê, di salvegera xwe ya 27’emîn de tê bîranîn. Derbarê Hozan Mizgîn û şehîdên gulanê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Cîhan Kaplan anî ziman ku têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bi saya lehengên wekî Mizgîn û şehîdên gulanê hatiye heta vê rojê. 
 
‘Dema mirov dibêje meha gulanê şehîd tên bîra mirov’
 
Cîhanê bi lêv kir ku meha gulanê mehek taybet e û wiha got: “Dema em meha Gulanê bi nav bikin, mehek dîrokî ye. Dema mirov bêje meha Gulanê şehîd tên bîra mirov, fedekariya berxwedana zinadan tê bîra mirov. Ji bo wê jî mehek taybet e. Bi vê yekê girêdayî mirov dikare ked û berxwedana gel ku divê mehê de dayî bîne ziman. Em ê mîrateya têkoşîna berxwedêrên gulanê her biparêzin.”
 
‘Mirov ji guhdarkirina dengê wan têr nabe û bi rojan mirov dikare guhdar bike’
 
Cihan Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şehîdên hunermed û wiha berdewam kir: “Mirov dikare li ser Şehîd Mizgîn û Şehîd Serhet gelek tiştan bîne ser ziman, mirov dikare bêje hevalên gelek hêja ne û hevalên ku li ber hunerê canê xwe feda kirine. Hem ji bo hunera kurd hem jî ji bo tekoşîna kurd gelek fedakarî kirine. Bîranên wan mirov dikare bi rojan behs bike. Bi dengê xwe yên xweş û bi berxwedana xwe tevlî rêxistinê bûne, ji bo vî gelî canê xwe feda kirine. Mirov ji guhdarkirina dengê wan têr nabe û bi rojan mirov dikare guhdar bike. Serokatî her tim dibêje divê mirov tu caran çand, huner û zimanê xwe winda neke. Gelê Kurd her dem bi qirkirinê rû bi rû mane. Ji ber vê jî divê em dîroka xwe ya çiyayî ji bîr nekin.” 
 
‘Dengê me dengekî çiyayî ye û gelekî xweş e’
 
Cîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi saya Serokatî û berxwedêran ziman, çand û hunera  me li hemû cîhanê tê naskirin. Mirov nikare dengê hunermendên kurd bi dengên cihanê re qiyas bike ji ber ku dengê me dengekî çiyayî û dengekî gelek xweş e. Ez hemû dengbêjên me, berxwedêrên ku li zindana li ber xwe didin û berxwedêrên ku ketine greva birçîbûnê ya mirinê, ez silav dikim û em ê vê tecrîdê bi ziman, çand û hunera xwe bişkînin. Em serkeftinê ji hemû gelê me yê li ber xwe dide re dixwazin.”