ROJEVA 11'Ê GULANA 2019'AN
- 09:00 11 Gulan 2019
- Rojev
*Bi munasebeta 26'emîn salvegera Hunermend Mizgîn (Gurbet Aydin), Şêwekar, Nêrgiz Isamyîl axivî û got: "Hozan Mizgîn ji bo me stêrkeke geş e. Wê bi huner û şoreşa xwe tarîtî bi dawî kir. Loma em Hozan Mizgîn bi hurmet bi bîr tînin û em ê li mîrateya wê xwedî derkevin." DÎMEN HEYE
*Jina Kurd a berxwedêr Leyla Qasim ku hemû rengên Kurdistanî di dilê xwe de vehewandiye 45 sal berê dema ku çû sêdarê bi dilekî pak û rewan sirûda 'Ey Reqîb' xwend. Li dijî înkar û zilma sedan salan wê li Mezopotamyayê strana azadiyê bi lêv kir. Ew bû şilêrên rengîn ên sembola Kurdistanê û bû sembola seknek ji stûna bi rûmet a têkoşîna jinên Kurd.
*Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Cîhan Kaplan, di derbarê şehîdên meha Gulanê û berxwedêr Hozan Mizgîn de hestên xwe anî ziman. Cîhanê diyar kir ku meha gulanê ji bo Gelê Kurd mehek taybet e û wiha got:"Di meha gulanê de gelek şehîdên wekî Hozan Mizgîn di rêya azadiya doza Kurd de canê xwe feda kirine. Em wan bi dilekî germ bi bîr tînin û em dibêjin ku em ê mîrateya wan a têkoşînê her biparêzin. Em ê mîrateya têkoşîna berxwedêrên gulanê her biparêzin."
DÎMEN HEYE
*Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin. Di encama êrîşî de bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, li bazaran hatin firotin û îşkenceyên dijmirovî li wan hatin kirin. Gelek jinên Êzidî jî ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Yek ji jinên ku hatin rizgarkirin a bi navê Cîhan Berakat e. Cîhanê derbarê rizgarkirina xwe de axivî. Cîhanê diyar kir ku ew gelekî bextewar e ji ber ji destên çeteyan hatiye rizgarkirin û wiha got:"Dema ku ez hatim rizgarkirin, jiyana min bi temamî guherî. Niha ez gelek bextewar im ku ji destên DAÎŞ'ê hatime rizgarkirin."
*Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re erênî ye lê divê hevdîtin sîstematîk bibe û wiha got: “Birêz Ocalan tevî hemû geşedanên neyînî dibêje diyalog, lihevkirin û wekhevî. Divê her kes bala xwe bide vê peyamê. Divê êdî Tirkiye vê şermê ji holê rake.”
*Fatma Yildirim a li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ev 127 roje di grevê de di nameya ku şand de wiha got: “Em gelek kêfxweş in ku di rêya heqîqetê de dimeşin û hêzê jê digirin. Îro bi hezaran Mazlum, Sara, Hayri li dijî zilma Dehaq têdikoşin, baz didin azadiyê. Ev berxwedan a ku jiyanê nû dike ye. Em çiqas bihêlin jî, bi biryar in ku vê bigihînin serkeftinê.” DÎMEN HEYE
*Derûnas Esîn Erdogan diyar kir ku înternet ji bo zarokan bûye qada bi xeter û bi karekterên derveyî rastiyê re bi zarokan re travma û tirs tê afirandin. Esînê got di vê mijarê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milê malbatan û di vê mijarê de ji bo malbatan pêşniyar kir.