1’emîn komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan bi dawî bû

  • 16:47 10 Gulan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - 1'emîn komcivîna Yekîtiya Jinên ciwan a li  Kantona Efrîn, Şehba û Helebê ya bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kiribû bi dawî bû. 
 
Li kampa serdemê ya Kantona Şehbayê yekemîn komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan ya bi dirûşmeya”Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê bişkînin, Efrînê rizgar bikin.” dest pê kiribû bi dawî bû. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, her wiha mêvan ji Bakur û Rojhilata Sûriyê jî tevlî komcivînê bûn.
 
Di berdewamiya komcivînê de rewşa Rêxistinî bi nîqaşekê hat şirovekirin, her wiha Tûzik ji aliyê nûnera Yekîtiya Jinên Ciwan a Bajarê Helebê Bêrîtan Mihemed ve hat xwendin. Piştre meclîsa Yekîtiya Jinên Ciwan hat hibijartin, di hilbijartinê de 20 jinên ciwan li  Kantona Şehba, Efrîn û Helebê hatin pêşiniyarkirin.
 
Komcivîn bi axaftina endama Kongra Star Zelal Xebat bi dawî bû, Zelal bal kişand li ser komcivînê û wiha got: "Ev komcivîn li hemû jinan pîroz be û bi taybet jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê berxewdana xwe berdewam dikin ji bo rizgarkirina Efrînê."
 
Komcivîn bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.