Li ber Şaredariya Qoserê dorpêça polîsan berdewam dike
- 14:25 10 Gulan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Duh polîsên ku çûn ber Şaredariya Qoserê û ketina avahiya şaerdariyê gitin, ji ber bertekên gel nikaribûn cihazê X-Ray bi cih bikin. Dorpêça polîsan li ber avahiyê berdewam dike.
Li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir ji bo li ber 26 şaredariyan bê bicihkirin kulubeyên polîsan û cihazê X-Ray tê bichkirin. Şaredara Qoserê Gulîstan Ektî ku bertek nîşanî vê pêkanînê da, diyar kir ku ev pêkanîneke dijhiqûqî ye û qebûl nakin.
Piştî niqaşeke kurt cihazê X-Ray ku nehate bicihkirin îro jî bendemayîna polîsan a li ber şaredariyê berdewam kir.