Malbatên ku hatin astengkirin: Em ê dîsa bên li ber girtîgehê

  • 14:08 10 Gulan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Li ber Girtîgeha Gebzeyê polîsan cerek din çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyan asteng kir. Malbatên girtiyan diyar kirin dê dev ji çalakiya xwe bernadin. 
 
Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe ya nobetê 32 roj in didomînin. Malbat li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gebzeyê kom bûn û li wesayîtan siwar bûn ku biçin ber girtîgehê. Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan, û Şevîn Coşkun tevlî çalakiya malbatan bû. Polîsan pêşiya malbatan birî û dorpêç kir nehişt malbat biçin li ber girtîgehê. 
 
Parlamenter Fatma, bertek nîşanî astengiya polîsan da û diyar kir helwesta polîsan li dijhiqûqê ye û wiha got: "Daxwazên malbatan aştiyane ye. Ne hewceye ku ew qas astengî bê derxistin." Amîrê polîsan jî diyar kir ku li gor fermana hatî dayîn tew digerin.
 
Polîs ne hişt ku nûçegîhan dîmen bigirin. Polîsan îdia kir ku nûçegîhan bi zanetî dîmenên polîsan dikişîne û polîsan teşhîr dike. Malbatên ku demek dirêj rawestiyan piştre diyar kirin ku dê sibêhê dîsa li ber Girtîgeha Gebzeyê bin.