Tevî astengiya polîsan, dayikên girtiyan meşiyan
- 13:37 10 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne îro dîsa ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li dijî dorpêçkirinê û zextan parêzer û dayikan berê çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre jî meşiyan.
Malbatên girtiyên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rojane di greva birçîbûnê de ne, têkoşîna xwe didomînin. Polîsên ku dixwazin serîhildana dayikan têk bibin îro jî çalakiya rûniştinê ya ku hat xwestin li Parka Koşuyoluyê pêk were asteng kirin. Polîsan bi gelek TOMA, wesayîtên zirxî ketin û têketina parkê qedexe kirin. Polîsan welatiyên ku xwestin piştgiriyê bidin dayikan asteng kirin û nehiştin rojnameger dîmenan bikşînin.
Parêzer bi cubbe û bi laçikên spî derketin qadan
Her wiha li Kolana Koşuyoluyê dayik kom bûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û parlamenterên HDP'ê yên Amedê, Saliha Aydeniz, Remziye Tosun, Semra Guzel beşdarî çalakiyê bûn. Palamenteran bi cubbe û laçikên spî li gel dayikan cihê xwe girtin.
Kesên ku xwestin meşê pêk bînin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayikan bi dirûşmên "Em ê serî hildin bi ser bikevin","Bijî berxwedana zindanan" bertek nîşanî polîsan dan.
Bi sedan kes bi dirûşmeyan ber bi Qada Batikentê meşiyan
Dayik li ser vê yekê berê xwe dan Komelaya TUAY-DER’ê û dest bi meşê kirin, lê polîsan bi ava şik a wesayetên TOMA mudaxileyî dayikan kirin. Di dema mudaxileyê de, hin dayîk ji der hişên xwe çûn.
Polîsên ku dayik ji hev cuda kirin û kirin du kom, hin dayik binçav kirin. Polîsan hin rojnamegerên ku bûyer dişopandin derp kirin.
Polîsan rojnameger ji cihê bûyerê dûr kirin, her du komên dayikan ên ji hev cuda kirin, dorpêç kirin. Di heman demê de mudaxileya li dijî dayikan dewam dike.