TJA: Em ê bibin dengê dayikên dengê wan veguherî Tevgera Laçik Spî
- 13:35 10 Gulan 2019
- Rojane
AMED - TJA'yê bi minasebeta Roja Dayikan daxuyaniyek da û bal kişand ser çalakiya dayikên laçik spî. TJA'yê diyar kir ku bi dawîkirina tecrîdê wê ji bo dayikan û tevahiya civakê bibe diyariya herî bi nirx û wiha got "Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê dayikên dayikên ku dengê wan veguherî tevgera laçik spî."
Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Heveroka Kongreva Civaka Demokratîk (KCD) û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven de hat destpêkirin li tevahiya girtîgehan belav bû, dayikên girtiyan ên laçik spî jî li gel êrîşa polîsan li qadan çalakiyên xwe yên şermezarkirina tecrîdê berdewam dikin. TJA'yê ku bi minasebta Roja Dyikan daxuyaniyeke nivîskî weşandin diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û li dijî Tecrîda li Ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya grevab birçîbûnê û çalakiya dayikên laçik spî li qadan jî berdewam dike.
TJA'yê di berewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
“Parçekirina pargala tecrîdê ya li Îmraliyê di heman demê de wê Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ji tarîtiya ku tê dene rizgar bike. Di hevdîtina dawîn ya li Îmraliyê hat kirin de jî aşkera bû ku birêz Abdullah Oclana hêza çareseriyê ye.
Em jinên berxwedêr ên laçik spî silav dikin
Çalakiya Leyla greva birçîbûnê ku di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin li gelek girtîgehan belav bûye û bi tevlibûna ji 7 hezaran zêdetir girtiyan berdewam dike. Dayikên gitiyan ên ku li dijî tecrîdê û ji bo piştevaniya bi zarokên wan re û ya Dayikên Aştiyê em ji dil û can li ser anvê hemû jin û gelê xwe silav dikin."
Di van rojên ku 12'ê Gulanê Roja Dayikan tê pêşwazîkirin de, dayik li ber girtîgehan û li kolanan dilê zarokên xwe û bi sedan çîrokên berxwedanê di nava laçikên xwe yên spî de dihewînin. Em bang li her kesî dikin ku li berxwedana van dayikên berxwedêr xwedî derkevin.
Em bang li her kesî dikin ku berxwedanê geş bikin
Em wekî jin dibêjin ku diyariya mezin ya ji bo dayikan û civakê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û bang li her kesî dikin ku Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê dayikên dayikên ku dengê wan veguherî tevgera laçik spî. Em bang li jinan, gelan, hêzên demokratîk, ciwanan, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û her kesên xwe mirov dibînin ku li gel dayikan tevbigerin, nerazîbûna xwe ya demokratîk li her qadê nîşan bidin û têkoşînê geş bikin."