Qeymeqamiyê Ugur Kaymaz 'terorîst' îlan kir

  • 11:35 10 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Dêrikê parka ku navê wê "Ugur Kaymaz" bû ji aliyê qeyûm ve navê parkê hatibû guhertin û navê "Sultan Kosên" li parkê hatibû kirin. Navê ku hat guhertin piştî HDP'ê şaredarî bi dest xist xwest navê parêkê lê bê vegerandin û dîsa bi navê "Ugur Kaymaz" bê binavkirin. Biryara ku bila navê parkê lê bê vegerandin bi dengên zêde yê "Meclisa Şareariyê" hat qebûlkirin. Lê biryara ku hat qebûlkirin bi hinceta têkiliya nav "bi terorê re heye"  ji aliyê Qeymeqamtiyê ve hat redkirin. 
 
Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 26'ê Gulana 2006'an de park hatibû avakirin û navê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di 21'ê Mijdara 2004'an de li Qosera Mêrdînê bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li parkê hat kirin. Navê parkê ji aliyê Hasan Kafkas ê Qeymeqam ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin ve hat guhertin û navê kesê li cîhanê herî dirêj yê bi nava Sultan Kosen ku ji Dêrikê bû li parkê hat kirin. Piştî ku HDP di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser ket û şaredarî bi dest xist xwest careke din navê parkê lê bê vegerandin û ji bo vê di 29'ê Nîsanê de pêşniyara xwe ji meclisa şaredariyê re ragihand. Pêşniyar ji aliyê meclisa şaredariyê ve bi dengên zêde hat qebûlkirin û şaredariyê ev biryar hat girtin ji qe3ymeqamtiyê re ragihand.    
 
Qeymeqamtiya Dêrikê, biryara şaredariyê bi hinceta têkiliya navê "Ugur Kaymaz" bi terorê re heye red kir.