Li Rihayê binçavkirina jinan hat dirêjkirin
- 12:47 6 Gulan 2019
- Rojane
RIHA - Dema binçavkirina Zuleyha Çalman û Zeynep Kiyar ên li Wêranşarê hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.
Dema binçavkirina Zuleyha Çalman û mêvana wê Zeynep Kiyar ên roja Înê li navçeya Wêranşar a Rihayê hatibûn binçavkirin, 2 roj din hat dirêjkirin. 2 jinên li Miduriyeta Polîsan a Riha tên girtin, hinceta binçavkirina wan nehat zanîn.
Hat diyar kirin ku jina bi navê Pelçîn a paşnavê wê nehat zanîn jî, dibin çavan deye.