Li Rihayê binçavkirina jinan hat dirêjkirin 2019-05-06 12:47:53   RIHA - Dema binçavkirina Zuleyha Çalman û Zeynep Kiyar ên li Wêranşarê hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.    Dema binçavkirina Zuleyha Çalman û mêvana wê Zeynep Kiyar ên roja  Înê li navçeya Wêranşar a Rihayê hatibûn binçavkirin, 2 roj din hat dirêjkirin. 2 jinên li Miduriyeta Polîsan a Riha tên girtin, hinceta binçavkirina wan nehat zanîn.    Hat diyar kirin ku jina bi navê Pelçîn a paşnavê wê nehat zanîn jî, dibin çavan deye.