Gultan Kişanak çû serdana Meclisa Jina a DAD'ê ya Îzmîrê

  • 14:14 2 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a DAD'ê ya Îzmîrê ve hat lidarxistin de Gultan Kişanak bi jinan re hat cem hev.
 
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) ya Îzmîrê ve li avahiya komeleyê hat lidarxistin, bi jinan re hat cem hev. Gelek jin beşdarî taştê bûn, li ser geşedanên dawîn nîqaş û sohbet kirin.
 
Hevseroka DADÊ yê Şaxa Îzmîrê Nebat Çelîk li vir got, "Dema ku me bi dersên olî yên mecbûrî re têkoşîn dikir, niha em dibînin ku ÇEDES derketiye holê. Li Dêrsimê li dijî ÇEDES'ê  sempozyûm tên lidarxistin. Ji xeynî wê jî Serokatiya Cemewî ya Elewî ava kirin. Em li dijî van têdikoşin, lê divê em biaxivin ka em bes in." Nebat diyar kir ku 25'ê Mijdarê nêzîk bûye û bang li jinan kir ku dakevin qadan.
 
'Dixwazin mirovan bê îrade bikin'
 
Piştre Gultan Kişanak mafê axaftinê girt. Gultan, diyar kir ku ji aliyê sîstemê ve gel kirine eşya û destnîşan kir ku ji bo kes bê îrade bibin hewl tê dayîn. Gultan got, “Lê belê em dizanin ku zindîbûn tê wateya xwedîkirina mafê hemwelatiyê yê herî bi hêz ku em îro di civakên nûjen de qala wê dikin. Dema ku em ji hev re dibêjin giyan, em nîşan didin ku em çiqas qîmetê didin kesê din, ew jî nirxek e, ku em wekhev in, ku tu kes li ser kesekî din serwer nabe, di navbera giyan de wekheviyek tam ya qanûnî û rastîn heye. Ji ber vê yekê pir bi qîmet e ku hûn bi hev re bin û vê felsefeyê, vê baweriyê zindî bihêlin. Li ser vê felsefeyê êrîşek pir bi rêkûpêk heye û ew hewl didin ku wê bikin qalibek ku ew diyar dikin."
 
'Divê em nirxên xwe winda nekin'
 
Gultan, anî ziman ku civaka îdeal ya îro tê xwestin civaka ku bi felsefeya elewîtiyê dijî û wiha got: "Civata îdeal ew e ku mirov di nava civakbûna xwe de bibin xwedî jiyaneke komî, qîmetê bidin hev û her kes wekhev bin. Ya ku em lê digerin ev e. Ji ber vê jî divê em van nirxan winda nekin. Divê em vê zêdetir biceribînin, zindî bihêlin û ji nifşên ciwan re ragihînin."
 
Jinên ku li ser gelek mijaran nîqaş kirin, çalakî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî kirin.