Însiyatîfa Rojnamevanên Azad: 166 rojnamevan girtî ne

  • 13:44 3 Gulan 2019
  • Rojane
AMED - Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, bi minasebeta Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa 166 rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne. 
 
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, bi minasebeda Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser binpêkirinên 4 mehan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di endeksa azadiya fikir û çapemeniya cîhanê de, di nav 180 welatan de Tirkiye di rêza 157'an de rojnamevaniyê dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê 166 rojnamevan girtî ne û tevî zext û zordariyê çapemeniya azad tawîzê nedaye. 
 
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku 166 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî û hikûmxwar in û zext û zordariyên li rojnamevan û saziyên çapemeniyê tên kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li gel şert û mercên giran ew zanin ku gelek rojnamevan hene yên ji nûçegihaniya bêalî tawîzê nadin û hate destnîşankirin, ew bi kevneşopiya Çapemeniya Azad piştrast in.
 
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Bi navê Însiyatîfa Çapemeniya Azad, em careke din radigihînin ku piştgiriyê didin xebatkarên çapemeniya azad ên cihêrengiya Tirkiyeyê weke dewlemendiyê dibînin û rêya demokratîkbûnê ronî dikin. Bi vî ruh û ferasetê, em 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê li xebatkarên medyayê hemûyan pîroz dikin."