Însiyatîfa Rojnamevanên Azad: 166 rojnamevan girtî ne 2019-05-03 13:44:14   AMED - Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, bi minasebeta Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa 166 rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne.    Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, bi minasebeda Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser binpêkirinên 4 mehan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di endeksa azadiya fikir û çapemeniya cîhanê de, di nav 180 welatan de Tirkiye di rêza 157'an de rojnamevaniyê dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Tirkiyeyê 166 rojnamevan girtî ne û tevî zext û zordariyê çapemeniya azad tawîzê nedaye.    Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku 166 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî û hikûmxwar in û zext û zordariyên li rojnamevan û saziyên çapemeniyê tên kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li gel şert û mercên giran ew zanin ku gelek rojnamevan hene yên ji nûçegihaniya bêalî tawîzê nadin û hate destnîşankirin, ew bi kevneşopiya Çapemeniya Azad piştrast in.   Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Bi navê Însiyatîfa Çapemeniya Azad, em careke din radigihînin ku piştgiriyê didin xebatkarên çapemeniya azad ên cihêrengiya Tirkiyeyê weke dewlemendiyê dibînin û rêya demokratîkbûnê ronî dikin. Bi vî ruh û ferasetê, em 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê li xebatkarên medyayê hemûyan pîroz dikin."