Polîsan li Stenbolê mudaxaleyî malbatên girtiyan kir: 15 kes hatin binçavkirin
- 13:28 2 Gulan 2019
- Rojane
STENBOL - Polîsan li Stenbolê mudaxaleyî çalakiya Dayikên Aştiyê û Malbatên girtiyan kir. Li Bakirkoyê bi lêdanê 15 kes hatin binçav kirin.
Li ber Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê ji xizm û dayikên Girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbunê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, çalakiya nobetê ya li pêş girtîgehê berdewam dikin. Dayik dîsa kom bûn û xwestin dengê xwe bigînin zarokên xwe û cîhanê. Lê polîsan dîsa dora dayikan dorpêç kir û dayik bi lêdanê binçav kirin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan.
Polîsan di mudaxaleyê de bi lêdanê 15 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Şaxa Polîsan a Kartaltepe yê. Dema rojnamegeran çalaki û lêdana polîsan kişand, polîsan dîmen û wêne desteser kir û jê bir.