Polîsan li Stenbolê mudaxaleyî malbatên girtiyan kir: 15 kes hatin binçavkirin 2019-05-02 13:28:05   STENBOL -  Polîsan li Stenbolê mudaxaleyî çalakiya Dayikên Aştiyê û Malbatên girtiyan kir. Li Bakirkoyê bi lêdanê 15 kes hatin binçav kirin.    Li ber Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê ji xizm û dayikên Girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbunê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, çalakiya nobetê ya li pêş girtîgehê berdewam dikin. Dayik dîsa kom bûn û xwestin dengê xwe bigînin zarokên xwe û cîhanê. Lê polîsan dîsa dora dayikan dorpêç kir û dayik bi lêdanê binçav kirin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan.   Polîsan di mudaxaleyê de bi lêdanê 15 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Şaxa Polîsan a Kartaltepe yê. Dema rojnamegeran çalaki û lêdana polîsan kişand, polîsan dîmen û wêne desteser kir û jê bir.