Deynê qeyûmê Sûrê hat daliqandin
- 11:49 1 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Sûrê piştî ku şaredarî ji qeyûm dewr girtin dest bi lêkolînê kirin û lîsteya deynê ji qeyûm mayî li dîwarê şaredariyê daliqandin. Li gorî lîsteya ku hat daliqandin 347 milyon û 719 hezar lîrê deynê qeyûm heye.
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemr, li şaredariya ku ji qeyûm girtin lêkolîn kirin û deynê ji qeyûm mayî bi raya giştî re parve kirin.
Li gorî lîsteya deynan ku li dîwarê şaredariyê hat daliqandin 151 mîlyon 743 hezara lîre û 18 kuruş deyn tê xwuya kirin. Herwiah li gorî lêkolînê 347 mîlyon û 719 lîre jî valahî di butçeyê de heye.