Deynê qeyûmê Sûrê hat daliqandin 2019-05-01 11:49:24   AMED - Hevşaredarên Sûrê piştî ku şaredarî ji qeyûm dewr girtin dest bi lêkolînê kirin û lîsteya deynê ji qeyûm mayî li dîwarê şaredariyê daliqandin.  Li gorî lîsteya ku hat daliqandin 347 milyon  û 719 hezar lîrê deynê qeyûm heye.    Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemr, li şaredariya ku ji qeyûm girtin lêkolîn kirin û deynê ji qeyûm mayî bi raya giştî re parve kirin.    Li gorî lîsteya deynan ku li dîwarê şaredariyê hat daliqandin 151 mîlyon 743 hezara lîre û 18 kuruş deyn tê xwuya kirin. Herwiah li gorî lêkolînê 347 mîlyon û 719 lîre jî valahî di butçeyê de heye.