Girtiyên jin ên di grevê de ne sewq kirin
- 10:41 1 Gulan 2019
- Rojane
AMED - Girtiyên jin ên siyasî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê birin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Di nav girtiyan de girtiyên ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomin jî hene. Rojnameger Kibriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên ku di grevê de ne birin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Girtî bi wesayîta rîngê birin girtîgehê. Lê nayê zanîn ku bi çî rewşê birin girtîgehê.
Di 16'ê Kanûnê de 3 girtiyên jin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Niha tenê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiyên edlî hene.