Girtiyên jin ên di grevê de ne sewq kirin 2019-05-01 10:41:40   AMED - Girtiyên jin ên siyasî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.     Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê birin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.  Di nav girtiyan de girtiyên ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomin jî hene. Rojnameger Kibriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên ku di grevê de ne birin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Girtî bi wesayîta rîngê birin girtîgehê. Lê nayê zanîn ku bi çî rewşê birin girtîgehê.    Di 16'ê Kanûnê de 3 girtiyên jin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Niha tenê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiyên edlî hene.