Konferansa ciwanên Kobanê bi dawî bû

  • 16:54 25 Nîsan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Konferansa 3'emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Kobanê bi avakirina meclîsa Ciwanan û girtina  biryarên girîng bi dawî bû.
 
3'emîn Konferansa Tevgera Ciwanan ên Kantona Kobanê ku bi dirûşma "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke Demokratîk û azad ava bikin" hatibû destpêkirin bi biryarên girîng bi dawî bû.
 
Piştî ku rapora salê hat pêşkêşkirin di derbarê raporê de nirxandin, rexne û rexnedayîn jî hat kirin. Paşê ji bo pêşxistina kar û xebatên ciwanan ev biryar hatin girtin.
 
Bîryar wihane:
 
"- Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî em ê di nav çalakiyên bê navber û cur bi cur de bin.
 
-Hemû cûreyên politîkeyên kapîtalîzmê wek fuhûş, gîhayê hişbir em red dikin û li beramberî wê em ê têkoşîn bikin.
 
-Em weke tevgera Ciwanên Şoreşger avakirina netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk xwe berpirsyar bibînin. 
 
-Ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk pêk were û paradîgmaya Rêber Apo têkeve meriyetê, perwerdeyên bîrdozî hîn xurtir berdewam bikin.
 
-Di serî de li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hemû dagirkeriyê ji bo xwedî derketina welat û axa xwe Hêzên Parastina Cewherî ciwan xurtir bikin û hişmendiya xwe parastinê pêş bixin erkekî  sereke esas digire.
 
-Ji bo mezin kirina hêzên YPG/YPJ xwe berpirsyar bibînin.
 
-Ji bo 2 mehan perwerdeyên birdozî werin vekirin.
 
-Ji bo pêşxistina çanda xwendinê dê xebat bên meşandin.
 
-Avakirina komên mûzik û stranan.
 
-Ji bo pêşxistina Jinên ciwan vekirina perwerdeyên Jineolojî."
 
Di dawiyê de ji bo meclîsa ciwanan 16 endam hatin hilbijartin.
 
Konferans bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.