Konferansa ciwanên Kobanê bi dawî bû 2019-04-25 16:54:23   KOBANÊ - Konferansa 3'emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Kobanê bi avakirina meclîsa Ciwanan û girtina  biryarên girîng bi dawî bû.   3'emîn Konferansa Tevgera Ciwanan ên Kantona Kobanê ku bi dirûşma "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke Demokratîk û azad ava bikin" hatibû destpêkirin bi biryarên girîng bi dawî bû.   Piştî ku rapora salê hat pêşkêşkirin di derbarê raporê de nirxandin, rexne û rexnedayîn jî hat kirin. Paşê ji bo pêşxistina kar û xebatên ciwanan ev biryar hatin girtin.   Bîryar wihane:   "- Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî em ê di nav çalakiyên bê navber û cur bi cur de bin.   -Hemû cûreyên politîkeyên kapîtalîzmê wek fuhûş, gîhayê hişbir em red dikin û li beramberî wê em ê têkoşîn bikin.   -Em weke tevgera Ciwanên Şoreşger avakirina netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk xwe berpirsyar bibînin.    -Ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk pêk were û paradîgmaya Rêber Apo têkeve meriyetê, perwerdeyên bîrdozî hîn xurtir berdewam bikin.   -Di serî de li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hemû dagirkeriyê ji bo xwedî derketina welat û axa xwe Hêzên Parastina Cewherî ciwan xurtir bikin û hişmendiya xwe parastinê pêş bixin erkekî  sereke esas digire.   -Ji bo mezin kirina hêzên YPG/YPJ xwe berpirsyar bibînin.   -Ji bo 2 mehan perwerdeyên birdozî werin vekirin.   -Ji bo pêşxistina çanda xwendinê dê xebat bên meşandin.   -Avakirina komên mûzik û stranan.   -Ji bo pêşxistina Jinên ciwan vekirina perwerdeyên Jineolojî."   Di dawiyê de ji bo meclîsa ciwanan 16 endam hatin hilbijartin.   Konferans bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.