Li Almanyayê ji bo meşa Kolnê seferberî hat îlankirin
- 21:07 2 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên PYD'ê yên almanyayê ji bo meşa 16'ê Mijdarê ya li bajarê Kolnê yê Almanyayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ bê lidarxistin, seferberî îlan kir.
Pêkhateyên PYD'ê yên Almanyayê, ji bo meşa ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bê lidarxistin, banga bi ruhê seferberiyê tevlî meşê bibin, kirin.
Pêkhateyên PYD’ê yên Almanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê civînek lidar xistin û xebatên meşa 16’ê Mijdarê hatin nirxandin.Di civînê de li ser nirxandina xebatên heta niha hatine kirin û birêxistinkirina amadekariyên meşa 16’ê Mijdarê nîqaş hatin kirin. Piştî civînê Endama Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Ewropayê Zozan Rojava daxuyanî da.
‘Rojek dîrokiye’
Zozan Rojava diyar kir ku ji bo meşa Kolnê bi hêz derbas bibe wê hemû pêkhateyên wan bi ruhê seferberiyê beşdarî xebatan bibin û wiha got got: “Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr ên li Ewropayê dijîn; yanî gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bicive. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê û ji bo azadiyê divê em hemû di vê meşê de cihê xwe bigirin. Divê wê rojê gelê me li qadan bin û em xebatên vê rojê bidin pêşiya hemû karên xwe. Ev roj ji bo gelê me rojeke dîrokî ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû