Hevdîtina çalakgerên girtî ya bi parêzerên wan re asteng kirin

  • 11:47 23 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Ewlekariya Bilind ên Wanê, hevdîtina parêzeran ên bi çalakgerên di greva birçîbûnê dene re, sînordar kirin.
 
Hat diyar kirin ku Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Ewlekariya Bilind ên Wanê, hevdîtinên parêzeran ên bi çalakgerên di greva birçîbûnê dene re sînordar kirin.
 
Di çarçoveya biryara rêveberiya girtîgehê girt de, girtî û hikumxar dê di nava hefteyekê de tenê saetekê hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin. Ligel vê jî gardiyenek dê bikeve odeya hevdîtinê, qedên deng û vîdeo bigire.  
 
Hat diyar kirin ku hin girtiyan bertek nîşanî vê biryarê dane û ji ber vê biryara rêveberiya girtîgehê derneketine hevdîtina parêzeran.