Hevdîtina çalakgerên girtî ya bi parêzerên wan re asteng kirin 2019-04-23 11:47:25   WAN - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Ewlekariya Bilind ên Wanê, hevdîtina parêzeran ên bi çalakgerên di greva birçîbûnê dene re, sînordar kirin.   Hat diyar kirin ku Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Ewlekariya Bilind ên Wanê, hevdîtinên parêzeran ên bi çalakgerên di greva birçîbûnê dene re sînordar kirin.   Di çarçoveya biryara rêveberiya girtîgehê girt de, girtî û hikumxar dê di nava hefteyekê de tenê saetekê hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin. Ligel vê jî gardiyenek dê bikeve odeya hevdîtinê, qedên deng û vîdeo bigire.     Hat diyar kirin ku hin girtiyan bertek nîşanî vê biryarê dane û ji ber vê biryara rêveberiya girtîgehê derneketine hevdîtina parêzeran.