Jinên Kongreya Star bi riya SKYPE bi jinên Îngilstanê re hatin gel hev

  • 14:15 31 Tebax 2018
  • Rojane
Devrim Amed
 
QAMIŞLO- Endamên Kongreya Star bi riya SKYPE  bi  jinên Îngilistanê(Brîtanya)  re hatin gel hev. 
 
Endamên Kongreya Star bi riya SKYPE  bi  jinên Îngilistanê(Brîtanya) re hatin gel hev. Di hevditêna bi alîkariya ÎCA'yê hat kirin de li ser Navê Koordînasyona Kongreya Star Evîn Swêd, li ser Navê YPJ'ê jî Asmîn Ronî û li ser navê komîteya Aboriya Kongreya Star jî Hîvda Serêkaniyê tevlî bûn. Li ser navê jinên Îngilistanê jî jinên akademîsyen û siyasetmedar tevli hevdîtina li Salona Sînema ya ÎCA hat kirin  bûn û mijarên wekî  xebatên Kongreya Star yên li Rojavayê Kurdistanê û astengkirina dewleta li pêşiya  alikarîya enternasyonalîst a ji bo Rojava hatin destgirtin. Di hevdîtina hat kirin de 200 jin amade bûn.
 
Jina akademîsyen ku beriya niha hatibû Rojava Rahila Gupta  hem nerîn û çavderiyên xwe û hem jî asta konferderalîzma jinan û pêşengtiya wan anî ziman û jina akademisyen û hunermend Jaye ya akademîya Jinê jî helbesteke li ser Şoreşa Jinê ya li Bakurê Surî/Rojava xwend. 
 
Hevdîtina ku li navenda Sînemaya Hunera Nûjen (Institue of Contemporary ARTS (ICA) de hate birêxistin kirin ji alîye Rahila Gupta, Rosalie Doubal ya navenda çand  û hunera Nûjen ya Îngilistan û Rohaş Şexo ve hat rêvebirin. Armanca  saziya ICA'yê  ew ku bikaribin jinên ku li hemberî desthiladarîya zîlam têdikoşin û li ber xwe didin bikaribin bi rêya teknolojiyê bigihîn hevdu.
 
'Rêxistina ku bi jinên kurd hat avakirin xwe gîhand gelek jinên din'
 
Evîn Swêd di detspêkê de Şoreşa Rojavayê kurdistanê Şoreşa jinê bi nav kir û bi xêrhatina hemû jinên ajtîvîst ku tevlî hevdîtina  SKYPE bûne kir. Evînê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Kongreya Star bi 28 jinan dest bi xebata xwe kir û îro hêjmar gihaye bi deh hezaran jin. Ev rêxistin bi jinên kurd hat avakirin niha giha bi hezaran jinên enternasyonalîst û sûryan, ereb, kurd, ermen û Keldan."
 
'Azadî pirsgirêka hemû jinan e'
 
Piştre li ser navê yekineyên parastina Jinê (YPJ) ya Akademiya Enternasyonalîst Asmîn Ronî axivî: "Behsa tekoşîn û berxwedana YPJ'ê  û êrisên li ser jinên Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve kir û got: "Azadiya jinê ne bi tenê pirsgirêka jinên kurd e pirsgirêka hemu jinan e."
 
'Gelek kes dixwazin tevli şoreşa jinê bibin'
 
Axaftina YPJ'ê û Kongreya Star bi baldarî hat guhdarkirin û pirsa çima derbaskirina cenazeyên jinên şoreşgerên enternasyonalîst tê astengkirin û tekiliya di navbera gelan de çima ji aliyê Dewletan ve tê astengkirin hat kirin. Beşdaravanên Brîtanî diyar kirin ku eleqeyeke gelek mezin li gel Şoreşa Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê heye û anîn ziman ku gelek kes dixwazin werin tevlî berxwedana jinên Rojavayê Kurdistanê bibin lê tên astengkirin.
 
Di dawîya  hevdîtinê de jî sînevîzyonek li ser danasîna xebata Kongreya Star hat pêşandan û hevdîtin bi duruşmên "Jin jiyan azadî" û coşeke  mezin bi encam bu.