‘Gelo pirsîna hesabê ji kesên xizmên me winda kirin suc e?’

  • 09:07 27 Tebax 2018
  • Rojane
AMED- Xizmên windayan bertek nîşanî êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya 700’î a Dayikên Şemiyê da û gotin: “Ma gelo pirsîna hesabê ji kesên xizmên we windakirin sûc e? Hiqûq, edelet, wijdan li ku derê vê ye?” 
 
Di 700’emîn hefteya lêgerîna edeletê ya Dayikên Şemiyê de ku ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha li qada Galatasarayê ne, polîsan êrîş pêk anî. Dayikên Şemiyê û mirovên ji bo piştgiriyê hatibûn wê qadê di encamaêrîşa polîsan de hatin binçavkirin û rastî îşkenceya fîzîkî hatin. Xizmên windayan li Amedê ji bo deng bidin Galatasarayê êrîş şermezar kirin.
 
Dayika Cuneyt Aydinlar ku dema xwendekar bû di 20’ê Sibata 1994’an de hat binçavkirin û windakirin, Menekşe Aydinlar wiha bertek nîşanê êrîşa polîsan da: “Ev 23 sal e ji kurê xwe Cuneyt agahiyê nagirim. Pirsîna aqûbeta kurê min sûc e gelo?Ji kengê de ev bûye sûc?”
 
‘Hiqûq, edelet, wijdan li ku ye’
 
Hevjîna Mehmet Alî Yakişir ku di sala 1994’an de hat windakirin, Hatîce Yakişir jî bi lêv kir ku ev bi salane li edeletê digere û wiha got: “Ez ji bo hevjînê xwe tevlî çalakiyê dibim. Mirov ji bo aqûbeta zarok û hevjînê xwe tên vir. Sedema me ya li vir windayên me ne. Em dixwazin berpirs bên darizandin. Sedema van zextan çi ye?  Pirîsa hesab sûc e gelo? Wijdan û edelet li ku ye?”