'AKP ji xesasiyetên civakê fêdeyê digire'

  • 09:09 10 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî nîqaşên ‘darvekirinê’ yên li dijî îstîsmara zarokan hatiye rojevê dan û gotin ev yek ne çareserî ye û AKP ji xesasiyetan fêdeyê digire û qanûnên xwe derdixe.
 
Jina bi navê Muzeyyen Alpşen diyar kir ku êrîş û şîdeta li hemberî jinê û zarokan her tim ji aliyê dewletê ve nehatiye dîtin û wiha got: “Bi saya têkoşîna tevgera jinan civakê jî dengê xwe bilind kiriye. Îstîsmara li zarokan ewil li weqfan dest pê kir. Gotin ‘ji carekê tiştek nabe’, ‘Wê jî xwestiye’.Dewlet bi ser de neçû. Berovajî vê veşartin.”
 
‘Qanûnên xwe derdixin’
 
Jina bi navê Sarya Toprak jî bi lêv kir ku pêşnûmepirsên ji bo îstîsmara zarokan dane meclîsê ji aliyê AKP’ê ve hatiye redkirin û  tevî vê jî di mijara şîdeta li hemberî zarokan de xesasiyetên mirovan hatine bikaranîn û got di êrîşên zayendî de xesandin an jî darvekirin ne çareserî ye. Saryayê ev tişt vegot: “Bi polîtîkayên baş dikarin pêşî lê bê girtin. Divê qanûnên baş hebin. Rojevê diguherin û bertekên mirovan dipîvin. Dixwazin li ser vê qanûnên xwe derbixin.”
 
Yagmur Damla jî îstîsmara zayendî ya li Weqfên Ensar û îstîsmar û qetilkirina sewalan bibîr xist û got çandek tecawizê serdest e û divê ewil pergala perwerdeyê bê guhertin. Zeynep Guzel jî bi lêv kir ku rojev li ser xesasiyeta mirovan tê guhertin û qanûnên din dikin meriyetê û got: “Ji bo zarokan wezaretek zarokan pêwist e. Darvekirin tu car ne çareserî ye. Dema qanûnên darvekirinê hebûn jî tacîz û tecawiz dihat jiyîn. Dixwazin darvekirinê ji bo rewşenbîr, rojnameger, parlamenteran pêk bînin.”