Sevkan bi tehdîda mirinê re rû bi rû ye

  • 09:09 15 Hezîran 2018
  • Rojane
MELETÎ - Sevkan G.O ku rastî şîdeta sîstematîk a hevjînê xwe Ozkan O. tê û dixwaze dest jê berde niha bi zarokên xwe re bi tehdîda mirinê re rû bi rû ne. Tevî hemû serlêdanên wê polîsan got ‘biçe delîlan kom bike’ û şandin malê. Dozger jî dibêje ‘qanûn nerm in’. Sevkan  diyar dike ku ew naxwaze jiyana xwe winda bike û banga piştgiriyê kir.
 
Sevkan G.O ya li Meletiyê dijî, xwe gîhand Jinnewsê û xwest dengê xwe bide bihîstin. Sevkan a rastî şîdeta hevjînê xwe tê, diyar kir ku ew bi mirinê tê tehdîdkirin û got ew naxwaze bibe yek ji jinên ku hatine qetilkirin. Sevkanê got mêr tehdîdên xwe, dewlet jî bêdengiya xwe didomîne.
 
‘Serlêdan bêencam man’
 
Sevkan a ku ev 15 sale rastî şîdeta Ozkan O. tê, bi kurê xwe yê 2 salî û keça xwe ya 12 salî re çû mala bavê xwe. Sevkanê destnîşan kir ku tevî hemû serlêdanên wê Ozkan hîna wê û derdora wê tehdîd dike.
 
Sevkanê bi lêv kir ku di 30’î Cotmeha 2017’an de  ji bo destberdanê serî li dadgehê daye û got Ozkan bi dehan carî ew û malbata wê bi mirinê tehdîd kiriye û tevî bi dehan carî wê jî gilî kiriye saziyên fermî tedbîr negirtiye. 
 
Sevkanê diyar kir ku Ozkan O. 3 salan ji ber firotina hişbirê di girtîgehê de maye û  wiha pê de çû: “Ez, cîran, malbat û zarokên min tehdîd kir. Kesekî wisa hîna li derve digere. Dozger li dijî vê bêdeng e. Li ser van tehdîdan guleyan berdide ser mala me. Wesayîta bavê min gulebaran kir. Tevî van hîna tehdîdên xwe didomîne.”