Başak Demîrtaş:Têkoşîna azadiya jinê pir mezin e

  • 10:43 9 Hezîran 2018
  • Rojane

Berîtan Elyakut-Nişmiye Guler

AMED - Başak Demîrtaş diyar kir ku nasnameyek wê ya serbixwe heye û ev jî wek ‘jinek Kurd, kedkar, demokrat û welatparêz’ bi nav kir û wiha got: “Em bejna xwe li ber tu otorîteyan natewînin. Em berxwe didin. Em xwedî hişmendiyek azad in û em ê mafê xwe bi berxwedana xwe bigirin dest.” 
 
JIN NEWS’ê  Başak Demîrtaş ku ji ser Selahattîn Demîrtaş ve gelek caran hedef hatiye girtin li mala wê ziyaret kir. Başakê pirsên me ji bo we bersivand. 
 
*Rayagiştî we wek hevjîna Selahattîn Demîrtaş nas dike, hûn di heman demê de jinek û hîndekarek in.  Destpêkê em bêjin Başak Demîrtaş kî ye? 
 
Bi Selahattîn re naskirina min normal e. Ji ber ku min heta îro peywirek nûneriya cemawerî negirt ser xwe. Lê bêguman nasname û serxwebûnek min jî heye. Nasnameya min ya esas jî ev e. Ez jinek im, Kurd im, kedkar im, welatparêzek demokrat im. 
 
*We girtina Selahattîn Demîrtaş dipa, piştî hat girtin şûnde wek pêvajo we çawa pêşwazî kir?
 
Dema destnedan rabûn me dizanibû wê bê girtin. Heta di salvegera 6-8’ê cotmehê de ji bo hewaya tolgirtinê biafirînin di 5’ê cotmeha 2016’an de hat binçavkirin û di 6’ê cotmehê de jî hat girtin. Ev hatibû plankirin. Selahattîn piştre ev got. Lê ji bo zemînê nede tevgerek psîkolojîk a wisa di wan dîrokan de derket derveyê welat.  Di 10’ê cotmehê de jî hat welat. Operasyon mehekê hat taloqkirin û di 4’ê mijdarê de hat kirin. Bêguman pêşwazîkirina vê pêvajoyê ne hêsan bû. Lê me amadekariya xwe kiribû.
 
Dikaribû biçe derveyê welat lê ger biçûna wê berxwedan, moral û hêviya gel û kadroyên partiyê bişkiya. Wî ji bo têkoşîna azadiya gel û berjewendiyên partiyê dest ji azadiya xwe berneda. Îro jî tê fêmkirin ku ev biryara zehmet çiqas di cih de ye.
 
*Selahattîn jî ji namzetên serokomariyê ye û ev du sale di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê de ye. Ev rewş gelo wê li pêş hevdîtina Selahattîn Demîrtaş a bi gel re wê asteng be?
 
Yekane ferqa wî girtina wî ye belkî. Lê ji namzetên din yekane cudahî ev nîne. Di nav 6 namzetî de yekane namzetê demokrat, azadîxwaz e.  Gotina Selahattîn hebû; Em ji nav gel derketin lê em hîna gel in em neçûne cihekî din.’  Bi rastî jî Selahattîn gel bixwe ye. Gel jî vê baş dizane. Hîs dike. Ne tenê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê jî vê dizanin.
 
*Demîrtaş ji bo jinan sozên hilbijartinê aşkera kir. Hûn wek jinekê van sozan çawa dinirxînin? Hûn têr dibînin?
 
Xeyal, daxwaz û bendewarên têkoşîna azadiya Kurd bi qasî di sozên HDP û Demîrtaş de ni cih nabe mezin û dînamîk e.  Di nav partiyên heyî de ya herî zêde li hember azadiya jinê hestiyar e HDP û Demîrtaş e. Lê jin bi taybet jinên Kurd bi hezaran salane têkoşîna azadiyê didin. Jin bi têkoşîna didin azad dibin. Selahattîn jî kesekî girîng yê piştgiriyê dide vê têkoşînê ye. Bi perspektîfek berfireh azadiya jinê diparêze. Lê ev têrî me nake. Em ne ji Selahattîn ne jî ji otoriteyek din azadiyê naxwazin. Em berxwe didin û em mafên xwe digirin. 
 
*Hûn geşedanên siyasî çawa dinirxînin?
 
Ez ne siyasetvan an jî analîsta siyasî me. Lê pêşveçûn di her alî de Tirkiyeyê dibe karasetê. Xizanî, betalî, pisgirêka Kurd, têkiliyê YE’yê pevçûnên li Rojava û Rojhilat tên meşandin Tirkiye kir zehmetiyê. Wê mirov bêjin ‘êdî bes e’. Ez wisa difikirim wê ev di 24’ê Hezîranê de xwe bide der.
 
*We bi awayekî çalak di xebatên hilbijartinê de cih girt. Piştî hevdîtina telefonê ya bi Demîrtaş re bertekên hatin çi bûn?
 
Girtîgehê têkiliya Selahattîn bi gel re qut nekir. Berovajî vê xurt kir. Selahattîn gelek afrîner e û ez jî ji vê fêdeyê digirim. Ev fikra mîtîngê jî di vê pêvajoyê de derket. Bêderftî mirovan zêdetir afirîner dike. Me jî xist meriyetê. Me hevdîtina 15 deqeyan a malbatê veguhert derfetê û hêza çepameniya civakî bi kar anî.  Ev du sal bû gel dengê Selahattîn nebihistibû. Ji ber vê bertekên gelek erênî hatin.