‘Li dijî projeya nifşê oldar û kîndar divê malbat xwe rêxistin bikin’

  • 09:05 20 Gulan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Rêvebera OVDER’ê Aysel Îyî diyar kir ku desthilatdarî  dixwaze pergala perwerdeyê li gorî projeya ‘nifşê oldar û kîndar’ bi teşe bike û got ev jî tê wateya ku jinan dikin kole û divê malbat li dijî vê yekê xwe rêxistin bikin, têbikoşin.
 
Di serî de  bi 4+4+4 di qada perwerdeyê de polîtîkayên AKP’ê xwe nîşan da û serokomar Tayyîp Erdogan projeya ‘nifşê oldar û kîndar’ bi aşkera anîbû ziman. 
 
Rêveberiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xwendekaran a Îzmîrê (OVDER) Aysel Îyî diyar kir ku ev proje  hedef dike ku jinên li hember mêran serî ditewîne û ji civakê dûr bê gihandin û divê li dijî pergala perwerdeya desthilatdariyê alternatîf bên hilberandin.
 
‘Kapîtalîzm li gorî hewcedariyên aboriyê bi teşe dibin’
 
Ayselê di berdewamiya axaftina xwe de got hemû desthilatdarî pergala perwerdeyê li gorî hewcedariyên kapîtalîzmê bi teşe dike û hedef dike ku mirovên bi rê ve bibin bigihînin û ev tişt bi lêv kir: “Di dema her desthilatdariya siyasî de pirsgirêk hemû lê di dema dawî de divê malbat xwe rêxistin bike û ev bi awayekî aşkera bi me dane hîskirin. Lê malbat ne xwedî hişmendiyek têr in. Dê û bavên ku dixwazin tenê zarokên wan bi ser kevin hene. Tevî van hemûyan malbatên xwedî hişmend jî hene.”
 
Ayselê destnîşan kir ku pergala perwerdêeyê her tim tê guhertin û ev jî hem bi malbatan re hem jî bi xwendekaran re rê li ber bêzarbûnê vedike û her wiha pergala ezmûna zanîngehê jî her tim diguhere, ev zêdetir rê li ber aloziyê vedike. Her wiha Ayselê bi lêv kir ku bi girtina fêrgehan re dibistanên taybet vebûn û ev jî newekheviya  navbera çînan de kat bi kat zêde kiriye.
 
‘Hewl didin bikin yektîp’
 
Ayselê diyar kir ku perwerdeya zanistî û demokratîk jî bi pere ye û wiha pê de çû: “Li dibistanên dewletê bi giranî dersên olî tên dayîn. Hema hema di her dersê de di bin navê ‘perwerdeya nirxan’ de  perwerdeya yektîp a bi nêrîna Îslama Sunî tê dayîn. Her kes xwedî maf e ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Lê mirov nikarin behsa mafekî wisa bikin. Zarokên li bajar mezin bûne ji qursekê diçin qursa din û bûne wek makîneya pirsan.  Îradeya azad a zarok pêş nakeve.  Xwe bi xwe kifş nake.”
 
‘Di mufredatê de têgeha cîhadê bi parastina welat tê vegotin’
 
Ayselê di dawiya axaftina xwe de  bi lêv kir ku desthilatdarî modela perwerdehiyê ya ‘nifşê oldar û kîndar’ pêngav bi pêngav dike meriyetê û di mufredatê jî têgeha cîhadê  ji çalakiya kuştinê dûr dixe û wek ‘parastina welat’ pêşkêş dike, ev jî gelek bi xeter e. 
 
Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev proje  hedef dike ku jinên li hember mêran serî ditewîne û ji civakê dûr bê gihandin û divê li dijî pergala perwerdeya desthilatdariyê alternatîf bên hilberandin.”