‘Ji 1’ê Gulanê heta 24’ê Hezîranê divê xeta têkoşînê bê avakirin’

  • 09:06 3 Gulan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinên di 1’ê Gulanê de li qada Gundogduyê hatin cem hev gotin: “Dest dirêjî li welîdîn, cil û bergên me dikin. Divê ji 1’ê Gulanê heta 24’ê Hezîranê hemû muxalîf bi piştevanî tev bigerin û dawiya vê desthilatdariyê bînin. Yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin.”
 
Jinên ji her çar alî Îzmîrê hatin Qada Gundogu û 1’ê Gulanê pîroz kirin, bertek nîşanê polîtîkayên AKP’ê dan. Ji platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Sanem Denîz Kural diyar kir ku li dijî kuştina û êrîşên zayendî yên li hemberî jin û zarokan qêriyan e.
Sevînç Akdenîz jî ji bo piştgiriya hevjînê xwe Salîh Akdenîz û berxwedêrên Konakê yên ji Şaredariya Bajarê Mezin  Îzmîrê hatibûn avêtin li qadê bû.  Sevînçê diyar kir ku ew bawere ku wê ev berxwedan bi serkeve û got wê berxwedêr qezenc bikin.
 
Gullu Karadag  ku jinek Yoruk bû û di korteja HDP’ê de cih girt destnîşan kir ku gundî di rewşek ne baş de ne û got: “Mazot bihaye. Dermanên çandiniyê bihane û bi zirarin.  Pirsgirêka herî mezin a jinan betaliye û wan nakin şûna mirovan.  Keda wan nayê dîtin. Kuştinên jinan di dema AKP’ê de zêde bûne.  Tevlî her tiştê me dibin. Hilbijartin dîsa tên. Kî mafê jinan diparêze emê dengan bidin wan.”
 
Melahat Guzel jî bertek nîşanê nokteyên lêgerînê  ku di bin navê ewlehiyê de tên kirin da û bi lêv kir ku ewlehiya gel wê gel bigire.
 
‘Qestî canê hemû zindiyan dikin’
 
Endama Partiya Kesan û Sol Gelecek Nevîn Aytekîn jî wiha got: “Wek her sal îsal jî di 1’ê Gulanê de bi daxwaza azadî û wekheviyê daketine qadan û got li her derê Tirkiyeyê bi destê dewletê xweza hatiye qetilkirin û got ew di vê di vê hilbijartinê de bi HDP’ê re ne.
 
Serap Akpinar jî bi lêv kir ku ew bi salan e li dijî şîdeta li ser jin û zarokan têdikoşe û  got divê ji 1’ê Gulanê heta 24’ê Hezîranê piştevanî bidome.