‘Tayînkirina qeyûm hêrsa xwendevanan zêde kir’

  • 09:03 23 Nîsan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Nivîskara Rojnameya Meydan Şeyma Çopur  tayînkirina qeyûm a ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nirxand û got vê yekê hêrsa gel zêde kiriye.
 
Ji nivîskarên rojnameya anarşîst a mehane tê derxistin Meydan, Şeyma Çopur  girtina rojnameger, rojnameyan nirxand û got ev polîtîkaya tunekirinê ye û got qeyûmê tayînê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bûye jî  ev bi aşkera derxistiye holê. 
 
‘Divê em dengê xwe bidin bihîstin’
 
Şeymayê bi lêv kir ku desthilatdarî li dijî hemû fikir û nêrînên cuda zextan pêk tîne û bi taybet ev di dema OHAL’ê de zêdetir bûye û got: “Dewlet dixwaze her kes wek wan bifikire. Yên wek wan nafikirin jî rastî êrîşan tên. Çapemenî jî ber vê rastî zextê tê. Ji ber vê divê em dengê xwe hîn bêtir bidin bihîstin.”
 
Şeymayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çapemeniya alîgir di nûçeyan de zimanê mêr bikar tîne û di esasê de jî ev zimanê dewletê ye û got: “Daxuniyek ji aliyê dewletê ve tê kirin ji aliyê çapemeniyê ve cara duyem serdestiya mêr nîşan dide.  Baviksalarî bi çapemeniyê dîsa dikeve nava jiyana mirovan. Hinek çapemeniyên muxalîf jî zimanê mêr derdixe pêş. Di vê nokteyê de rojnameya Meydan întiyatîfek mezin girtiye. Em li dijî serdestiya mêr in û em li dijî desthilatdariya mêr têkoşînek mezin didin. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ji bo rojnamegeriya jinê bigihêje welatiyan û pêş bikeve rolek girîng dilîze.  Xwendevanên Ozgurlukçu Demokrasî naxwazin, li ba desthilatdariyê cih bigirin. Ji ber êrîşên li ser çapemeniya azad, desthilatdarî rastî hêrsa xwendevanan tê.”